Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin 2020-05-01 15:13:10   ŞENGAL - Dayîkên Şengalî xwestin ku hêzên Kurd peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baş binirxînin û li gorî wê tevbigerin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salên li Girtîgeha Îmraliyê yekem car di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan bi telefonê bi Mehmet Ocalan re axivî û ji hemû hêz û partiyên kurdan xwest yu yekîtiyê ava bikin. Gelek partî û rêxistinên Kurdan piştgirî dan vê bangê. Li Şengalê jî dayikên Şengalî têkildarî mijarê nêrînên xwe ji Ajansa Rojnews re anîn ziman. Dayikên Şengalî banga li hêzên Kurdan kirin u xwestin peyama Ocalan rast binirxînin. Dayika bi navê Fehîme Silêman bibîr xist ku 21 sal in Ocalan li Îmraliyê di tecîrd û îşkenceya girankirî de û wiha got: "Ji bo birayetiya gelan û yekîtiya netewî xebat dike, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaniyek bêhempa nîşan dide. Ji bo vê yekê, divê hêzên Kurd vê peyama Rêber Apo rast binirxînin, li gorî tevbigerin. Nexwe xeterî pir mezin e.”    Dayîka bi navê Nurê Xwedêda jî diyar kir ku ew weke dayîkên Şengalê gelek keyfxweşîn ku di vê dema xeternak de ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahiyek hatiye. Nûrê Xwedêda bang li hemû dayîkên çar parçeyên Kurdistanê kir ja ji bo yekbûna gelê Kurd têbikoşin.   Nurê Xwedêd bang li hêzên Kurd jî kir ku peyama Ocalan rast binirxînin.