Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê 2020-05-01 13:00:01   STENBOL - Heyeta ku di navde parlamenterên HDP, TÎP û CHP'ê jî heye, çelenga 1'ê Gulanê ya sendîkayen karkeran a di mudaxaleya polisan de zerar dît, gihandin Bîrdariya Qada Taksimê û danîn ber bîrdariyê.     Nûner û rêveberên sendîkayên girêdayî DÎSK'ê, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran xwestin bi awayekî sembolîk heyetek biçe ber Bîrdariya Qada Taksimê û çelenga 1'ê Gulanê dîne. Lê polîsan mudaxaleya heyeta DÎSK'ê kir û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek sendîkavan binçav kirin. Piştî vê yekê, heyeta ku di navde parlamenterên HDP, TÎP û CHP'ê jî heye, çelenga 1'ê Gulanê ya sendîkayen karkeran a di mudaxaleya polisan de zerar dît, gihandin Bîrdariya Qada Taksimê û danîn ber bîrdariyê.