Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan 2020-05-01 11:52:09   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û sendîkavananên ketina wan a Qada Taksîmê hat astengkirin û hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan.   Sendîkavanên li ber navenda Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya li Beşîktaşê kom bûn, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê xwestin çelengê danin ber Bîrdariya Komarê ya li Taksîmê. Polîsên ku di saetên serê sibê de navend kirin dorpêçê, pêşiya koma ku ber bi qadê ve ketin meşê girtin û mudaxiliyî wan kirin.   Polîsan di mudaxiliyê de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û 14 kesên din binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a li Cadeya Vatan a Stenbolê.