Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir 2020-05-01 11:31:57   NAVENDA NÛÇYEAN - Rêveberiya  Weşana Stêrk TV daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo weşanek xweştir û bi qalîte, dê ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê bikin. Stêrk Tv îro derbasî satalayta DVB-S2 bû.    Rêveberiya  Weşana Stêrk TV diyar kir ku dê ji 1'ê Gulanê û şûnde dê li ser weşana peykê guherînekê çêkin. Rêveberiyê ji bo guhertina eyarên televîzyonan vîdeoyek parve kir û wiha got: "Temaşevanên Stêrk Tv. Ji 1'ê Gulanê û şûnde dê di weşana Peykê ya televîzyona me de guherînek çê bibe. Weşana televîzyona me ku heta niha li ser DVB-S bû, wê ji roja 1'ê Gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike. Hûn temaşevanên me ji bo karibin bi hêsanî me temaşe bikin, ayarên televîzyonên xwe li gorî vê vîdeoyê rast bikin." Stêrk TV, ji bo weşaneke deng û dîmenên wê baştir, satalayta xwe guhert û Stêrk Tv li ser peykê derbasî talayta DVB-S2 bû. Ji îro û şûnde temaşevan dikarin li ser DVB-S2 temaşe bikin.