Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’ 2020-05-01 09:29:22   MÊRDÎN – Abdullah Solmaz ê li Derikê hat binçavkirin diyar kir ku polîsan li wî û dayika wî daye û wextê îfade daye jî polîsan gefa “Em ê hestiyên birayê te bi postayê bişînin” lê xwarine.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 24’ê nîsanê de polîsan bi ser mala Abdullah Solmaz de girt û ew binçav kirin. Heman rojê li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê îfadeyê Solmaz tên girtin û wî berdidin. Solmaz behsa kêliya binçavkirinê û îfade dayînê kir. Solmaz got emniyetê îdia kiriye ku şikra ew “dîmenên emniyet û nokteyên kontrola polîsan dikişîne û keşfê dike” û di kêliya binçavkirinê de jî polîsan lê daye.   TUNDÎ LI WÎ Û DAYIKA WÎ HATIYE KIRIN   Solmaz da zanîn ku dema serdegirtina malê de polîsan deriyê wan çikandiye û mala wan serûbin kirine û polîsan tundî lê kiriye. Solmaz got polîsan tundiyê li dayika wî ya 70 salî Azîme Solmaz a ku emeliyat bûbû jî tundiyê kiriye. Solmaz diyar kir ku wî di jiyana xwe de tiştek wiha nedîtiye û dema wî dibin nexweşxaneyê jî rapora lêdanê ango tundiyê nadinê û polîsan li xestê jî tundiyê lê kirine. Solmaz da zanîn ku ji Dêrikê wî bi helîkoptêrê birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.     ‘EM Ê HESTIYÊN WE JÎ BI POSTAYÊ BIŞÎNIN’   Solmaz destnîşan kir ku li emniyetê polîsan îdiayên bêbinî jê pirs kirine û got: “Di kêliya darizandinê de polîsan cenzeyê birayê min ê di sala 2006’an de li sefên HPG’ê şehîd ketiye pirs kir. Pirsa wergirtina cenazeyê wî ji min kirin. Min got me hêj wernegirtiye. Polîsan demildest ji min re got ‘Di rojên derbasbûyî de te hestiyên wê jinika ku hestiyên lawê xwe bi postayê wergirt bihîstiye. Te dît me çawa hestiyên wan şand. Heman tişt dibe ku her kêlî em bînin serê we jî.’ Bi gotinan gef li min xwarin.”   DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKE   Solmaz da zanîn ku piştî ew hatiye berdan çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Derikê rapora tundiya li wî û dayika wî hatiye kirin wergirtiye û ew ê giliyê polîsan bike. Solmaz her wiha îdia kir ku di kêliya serdegirtina malê de hin kelûpelên zînet winda bûne.