Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye 2020-05-01 09:02:12   AMED - Sabîha Aslan xwişka Veysî Aktaş ê ku niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne diyar kir ku li Îmraliyê polîtîkayeke taybet tê meşandin û got: “Bi qanûnî, bi îslamî, bi xirîstiyanî, bi insanî çi bibejî heqê me heye em biçin hevdîtinan, telefonê bikin û nameyan bişînin. Bêqanûniyeke bêsînor heye û vî heqî nadin me. Ev jî zulmeke pir girane.”   Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan piştî 21 salan bi bi telefonê bi malbata xwe re axifî. Her wiha her sê girtiyên din jî bi malbatê xwe re axifîn. Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên di heman girtîgehê de dimînin jî piştî ku sala 2015’an ew birin Îmraliyê cara ewil e li Îmraliyê bi telefonê bi malbatên xwe re aaxifîn.   Sabîha Aslan xwîşka Veysî Aktaş ê 26 sal in girtiye û niha jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê dimîne, diyar kir ku ji bo axaftina telefonê rojekê beriya hevdîtinê parêzer telefonî wan kiriye û got: “Parêzer diyar kir ku destûra bi telefonê axaftinê derketiye, wê roja duşemê li me bigere. Lê got dê ji dozgeriyê li we bigerin. Pişt re telefon kirin gotin ‘em ji Îmraliyê li we digerin. Sibe herin edliyê li cem dozgeriyê wê Weysî Aktaş bi telefonê bi we re bi axive,’ Bi telefona wan jî bi rastî pir keyfa min hat. Ez roja din çûm dozgeriyê. Di saet 14.00’an de telefon kir. Haya wî jê hebû. Me serî de li hev pirsî. Min got ez tenê hatime nehiştin ku dayik bê. Rewşa dayika min, zarokên min pirsî. Em li ser malbatê axivîn. Berî kirin hebû. Got zarok mezin bûne. Du mehan carekê wêneyên wan ji min re bişîne. Lê tiştên ku em ji wan re dişinin nagihe destê wan. Xwezî li malê geriya bûya ku me hemûya dengê wî bihîstîbûya.”    ‘DIBE KU CARA DAWÎ BE’   Aslan, diyar kir ku dayika wê ev pênc sal in dengê Aktaş nebihîstiye û got: “Dayika min pîr e, nikare biçe wê derê, ji xwe destûr jî tune ye. Bihêlin jî riya Îmraliyê riyeke pir zehmet e. Çûn û hatina wê derê pir giran û zehmet e. Ji bo ku mirov bizane encax mirov bijî.”    Aslan, anî ziman ku birayê wê rewşa welat û Amedê pirskiriye û wiha berdewam kir: “Min ji birayê xwe re got ji ber vê nexweşiyê em wek gel bi xwe bi xwe xwedî li hev derdikevin.  Pişt re min pirsa wan kir. Got rewşa wan baş e, pirsgirêkên wan ên fîzîkî tune ne. Ji bo rehetsizbûneke wan bijîşk li wê derê hene.” Aslan, dest nîşan kir ku birayê wê gotiye dibe ku ev telefon cara dawî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min got Weysî axaftina bi telefonê dê berdewam bike. Got ‘nediyare dibe ku cara dawî be. Tiştekî ku li vir diyar tune ye. Dibe hevdîtin jî û telefon jî hew çêbibe.’ Dibe ku heta ev nexweşiye heyî dewam jî bike em nizanin. Tecrîda li ser wan tecrîdeke pir giran e û bê qanûnî ye. Dengê wî pir hati bû guhertin. Li wê derê nemeke zêde heye. Hewa bandorê li wan dike. Bi dengê wî jî mirov dizane ku  çiqas di rewşeke zor de ne.”    Aslan, bilêv kir ku hevdîtin, axaftina telefonê, şandina nameyan mafê wan e û wiha lê zêde kir: “Em ji hev qut in. Kesekê qanûneke bi vî awayî nedîtî ye. Mafê hevdîtin, telefon, name şandin nadin me. Ev pêkanîn, ji kêfî tên kirin."    ‘BI QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ QANUNİYA XWE DERXISTIN HOLÊ’   Aslan, bibîr xist kur birayê wê 26 salin di girtîgehê de ye û got: “Wexta nû ketî girtêgehê me sal dihejmartin lê piştî ku ser bîstê ket êdî nema bi hejmêrin. Pirsa Qada Newrozê kir çawa ye derdor û çiya çawa ne jê re qal kir. Wekî din got ku ji ber vê nexweşiya şewbê em zêde hevdû nabînin. Malzemeyê paqijiyê jî hinek ew didin yên din em bi pere xwe digirin. Em ji bo paqijiyê baldar in û niha rewşa me baş e. Pişt re çi bibe em nizanin.”    Aslan, diyar kir ku bi nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav qanûna înfazê ya nû re heyr nemane û got: “Bi qanûna înfazê bê qanûniya xwe derxistin holê. Mirovên ku civak jê fikaran bike berdan lê mirovên weke rojnamevan, siyasetmedar û hwd. sûcê wî tenê fikra wî ye nehatin berdan. Ji diz û çeteyên xwe re efû anî lê ji ber ku ji fikra girtiyên siyasî ditirsin ji wan re ne anî. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, temen dirêj û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Ji bo ku ji vê nexweşiyê xwe biparêzin bila biçin malên xwe ku dilê malbatên wan jî rehet be.”   ‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ GIRTÎGEHAN'    Aslan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got: “Bi qanûnî, bi îslamî, bi xirîstiyanî, bi însanî çi bejî heqê me heye em biçin, telefonê bikin û nameyan bişînin. Bêqanûniyeke bêsînor heye û vî heqî nadin me. Ev jî zulmeke pir girane. Wateya vê jî ewe ku aşitiyê û fikrên baş naxwazin. Wexta ev tişt çêbibe dê textê wan biheje û saltanata wan biqede. Em dixwazin di serî de Serokatî her çar hevalên li Îmraliyê girtî telefonê li malbatên xwe bikin. Ev neyê sînor kirin. Anku navê yek kesê didin dibên hûn ê pê re biaxivin. Bila telefonê li malbata xwe bikin. Wexta ez dozgeriyê axivîm li cem min sekinîn, bila werin malê bisekinin lê bila wê telefonê li mala xwe bike. Tu wateya telefona li cem dozger jî tune. Ez ê çawa rehet biaxivim. Em mafê xwe dixwazin. Ji xwe grav ne cihê mirova ne. Lazim e her çar girtî ji wê giravê bên derxistin. Polîtîkayeke taybet tê meşandin li giravê. Girava Îmraliyê wek cihekî winda ye. Ev zilma giran di serî de li wan tê kirin pişt re li malbatan. Ji ber vê yekê divê herkes ji girtîgehan re bibin deng.”   MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme