Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-30 19:17:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane. Heya niha hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.    Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 615 kesên din jî bi şewbê ketine.   Bi van daneyên dawî yê Koca re, hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 120 hezar û 204.