Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin 2020-04-30 14:13:11     Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin   NAVENDA NÛÇEYAN  - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna  Yekîtî û Piştevaniya Karkerên Cîhanê daxuyanî da û got: "Em ê yekîtî, hevkarî û tekoşîna xwe ji bo ku vê rista saz bikin bihêztirbikin. Em ê risteke civakî a nû bi ked û zanistê saz bikin!" Karkeran li Îzmir, Hatay, Edene û Mêrdînê jî çalakî li dar xistin.    Sendîka û rêxistinên kedê li Amed, Îzmir, Hatay, Edene û Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna  Yekîtî û Piştevaniya Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. Berdevkê Platformê Sadrettin Kaya diyar kir ku ew di vî welatî de weke; karker, kedkar, endezyar, avahîsaz, bijişk, zanyar, endamên akademiye, hunermend, ciwan, jin, malnişt,.., weke ew kesên ku hemû tiştên xweşik û nirxan biaqil, bi xwêdana eniyê, bi zanist û kedê diafirînin û wiha got: "Di 1’ê Gulana 2020 an de disa weke her gav bi hêvî, zanîn û hevalbendî em bihev re ne. Em baş têdigihîjin ku em ne ji bo hewcedariyên xwe ên mirovahî hildiberînin, em ne ji bo ku em weke mirovan bijîn hildiberînin, em ne ji bo ku jiyaneke xweş bidin ber mirovan hildiberînin. Em tenê ji bo ku çerxa sermayedaran a deraqilî xweş bigere hildiberînin."    Kaya wiha got: "Ji bo van zanîna dê 1’ê  Gulana 2020 an bibe ew roja ku hemû rastî bi her hawê xwe bêne dîtin. Dê ev roj bibe qêrîna ku li hember vê pergalê,  çîna karkeran cîhaneke nû, pergaleke nû biafirîne û bi vî awayî dê di pelên dîrokê de cihê xwe bigire.   Em risteke civakî a nû dixwazin.   Heger ku îro em weke kedkar li ser kare rêveberiyê bûna li hember vê êşê, me yê tekoşîneke rastîn ku hem debara gel û hem jî tenduristiya gel difikire bidana.   1. Ji bilî kar û karîgehên jêneger, me dê hemû xebat bidana sekinandin. Ji ber  tu tiştek ji jiyana mirovan ne biqîmetir e.  2. Heta ku êş biqediyana dê kar û debara her kesî di bin ewlekariya dewletê de bana. 3.Divê dema ku mirov tekoşînê tene ji bo jiyanê didin de dev jêberde ku me ji fatûrayên elektrîk, av, gaza xwezayê  KDV bigirta û ji krêdiyan faîz bigirta; me dê ev hewcedarî tev de bê pere bigihanda hemû kesî. 4. Hemû nexweşxaneyên ku bigiştî ve girdayî ne dêbê pere xizmetbikira 5.Dema ku biryarên pêşgiriyê bihata girtin dê ne tene fikra çend rêxistinên karbidestan, dê fikra karker, kedkarên giştî, bijişk, endezyar, akademîsyenan ji bihata girtin. Pîvandê ne kara karbidestabûya, dê paraztina civakê, di bin zanist û aqil de bûya.   6. Di serî de bijişk, xebatkarêten duristiyê û şaredariyê û kesên ku di karen jêneger de dixebitin dê li bendeye amûrên xwe parastinê nemaya û de ewqas kes nexweş neketa û jiyana xweji dest nedaya. 7. Dê ji bo hemû jinan ewlekariya kar û debarê bihata dayin û dê pêşi li zordarıya di nav malê de bihata girtin. 8. Dê gotina yek kesî ne weke farman bûya. Ji muxtaran hete bi şaredariyan dê hemû saziyên giştî bi hev re bixebitiyana.      Çerxên vê ristê bi keda me, aqlê me, zanîna me dizîvire. Wê çaxê em dikarin vê ristê ber bi kedê, demokrasiyê, aştiyê de biguherînin. Em kedkar em ê seferbriyeke wisa li darxin ku bi rista ku em ê  ava bikin; dê ne berjewendiyên ji sedê 1’ê, berjewendiyên hemû civakê, ne di bin desthlatdariya sermayeye di bin desthilatdariya gel de, ne li ser kedxwariyê li ser parastina keda gelan be.   1. Em ê risteke nû ku kar û heqdestekî ku layiqî mirovahiyê be li dar bixe, ewlekariya mafê komeleyan bê kêmasî bicih bîne saz bikin. 2. Em ê risteke nû ku demokrasiye pêş de bibe û azadiya xwe anîna ziman neye astengkirin saz bikin. 3.Em ê risteke nû ku ji hemû cudakariyan dûr, ji cinsparêziyê dûr, ber bi aştiya herêmî , welatî û cîhanî de be û hemwelatiyeke wekhev bi parêze saz bikin.   Di 1’ê Gulana 2020 an em vê şikandina dîrokî radigihînin:   Em ê yekîtî, hevkarî û tekoşîna xwe ji bo ku vê rista saz bikin bihêztirbikin. Em ê risteke civakî a nû bi ked û zanistê saz bikin!"    ÎZMÎR    Li Îzmirê jî nûnerên Saglik Îş, Tez-Koop-Îş, SES û Egitim Sen, li pêş Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê kom bûn û têkildarî 1'ê Gulanê daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê rêxistinên kedê Cîgirê Serokê Şaxa Saglik Îş'ê ya Îzmirê Savaş Erdogan daxuyanî da. Erdogan anî ziman ku karker bi tabloyek reş re rû bi rû tên hiştin û dixwazin fatûraya pêvajoyê li ser pişta karkeran bar bikin.    HATAY   Li Hatayê jî Hêza Ked û Demokrasiyê li Parka Sevgî bi 3 komên cuda daxuyanî dan çapemeniyê û daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Hatayê Meryem Avci daxuyanî xwend. Avci, diyar kir ku ji ber polîtîkayênk li dijî gel qeyran li ser qeyranê pêş dikevin.    EDENE    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê jî li qada Ugur Mumcu daxuyanî da çapemeniyê  û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Nûnerê DÎSK'ê yê herêmea Çukurova Huseyin Yaşar Gundogdu metnê daxuyaniyê xwend. Gundogdu,  anî ziman ku dê 1'ê Gulana 2020'an bikin roja şikandina pergala kapîtalîzmê û têkoşîn û piştevaniyê bêtir xurt bikin.    MÊRDÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî li avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn.    Berdevkê Platformê Mehmet Emin Ozel daxuyanî xwend û diyar kir ku dê 1'ê Gulana 2020'an bibe cîhanek cuda.