Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin 2020-04-30 13:01:43   AGIRÎ - Mehmet E., yê ji îstîsmara li dijî zarokekî hatû girtin, li qawîşa lê girtî ye mirî hat dîtin.   Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê Mehmet E., (52) yê bi îdîaya îstîsmarî zarokê 6 salî kiriye hatibû girtin, li Girtîgeha Bazîdê di qawîşê de mirî hat dîtin. Bûyer di 21'ê Nîsanê de li Bazîdê pêk hatibû. Mehmet E. piştî 5 rojan xwe di malekê de veşart, di 26'ê nîsanê de hat binçavkirin û girtin. Mehmet E., piştî 4 rojan girtî ma, li qawîşa girtîgehê mirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku xwe daliqandiye. Cenazeyê Mehmet E. ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.