TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê 2020-04-30 12:52:12   AMED - TJA'yê di çarçoveya 1'ê Gulanê de bang li hemû karker û kedkaran kir û got: "Ne ji bo karê ji bo gel, ji bo tenduristiyê, ji bo civakeke azad ji bo jiyaneke mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê."   Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê daxuyanî da. TJA'yê diyar kir ku 1'ê Gulanê rojek dîrokî ye û wiha got: "Di sîstema kapîtalîst emperyalîst de di qadên aborî, siyasî, çandî, jiyanî de yên ku herî zêde bi êrîşan rû bi rû hatine hiştin jin in. Newekheviya ku li her qadê daye der bi pandemiyê re bi taybet li ser jinên karker-kedkar texrîbatek mezin daye avakirin. Pirsgirêkên ji ber pandemiyê daye der û bûye sedema derxistina ji kar yan jî destûre bê pere hîn kûrtir bûne. Gelek jin ji bo ji kar neyên derxistin mecbûr mane ku di bin talûkeya pandemiyê de karê xwe dewam bikin. Di bin şerdên dijwar û di warê tenduristiyê de ne ewle mecbûr mane ku bixebitin."     'Mayina li malê dibe sedema zêdebûna mêtingeriya kedê'   TJA, anî ziman ku mayîna li malê dibe sedema zêdebûna mêtingeriya kedê û wiha berdewam kir: "Bi mayina li malê pirsgirêkên heyî zêdetir dibin. Xespa mafên jinê di serdema îktidara faşîst a AKP-MHP'ê de zêdetir bûye. Dizê kedê AKP-MHP her sal dibe sedema mirina bi hezaran kesî. Îkitdara faşîst a AKP-MHP'ê her dem ketiye nava hewildana vîrusê veguherine fersenda ranta aborî û bike amûra şer."    'DIJMINÊ JINAN SERBEST BERDAN'   TJA bal kiyand ser berdana kujerên jinan û got: "Îktidara dijminê jinê û dizê kedê dewsa tendurstî mafê ewle ya jiyana gel pakêtên parastina patronan û alîgirên xwe ava kiriye. Gelek girtiyên mafê jiyana wekhev û azad diparêzin îro di girtîgehan de bê parastin hatine hiştin. Tecawizkar, îstismarkar, dijminê jinê, çete serbest hatine berdan. Ev pakêta ku mafê jinê tehdîd dike me dît ku bandorek çawa neyînî li ser jiyanê dike. Mêrên ku serbest hatin berdan li derve dîsa tundî kirin.    'EM HER DERÊ BIKIN QADA 1'Ê GULANÊ'    TJA bang li hemû karker û kedkaran kir û got: "Di vê pêvajoyê de jî karker li Tirkiyeyê û li ji aliyê hêzên emperyalîst ên mêtinger tên çewisandin û bi polîtîkayên tundiyê rû bi rû tên hiştin. Loma ne ji bo karê ji bo gel ji bo tenduristiyê ji bo civakeke azad ji bo jiyaneke mirovahî em her cihî bikin qada 1'ê Gulanê."