Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye 2020-04-30 12:37:01 AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi Brêz Ocalan re hevdîtîna telefonê pek hat. Piştî 21 salan cara yekem Birêz Ocalan bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevditin kir. Ocalan li Îmraliyê di nava şertên giran de banga çareserî û diyalogê dike. Bi salane bi mesuliyetek mezin dixwaze pisrgirêkan çareser bike. Lê mixabin tecrîdek giran heye. Em vê tecrîdê qebûl nekin."    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên nava hefteyê li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hûn dizanin Birêz Ocalan re hevdîtîna telefonê pek hat. Piştî 21 salan cara yekem bû ku Birêz Ocalan bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevditin pêk anî. Ocalan li Îmraliyê di nava şert û mercên giran de banga çareserî û diyalogê dike. Bi salane bi mesuliyetek mezin dixwaze pisrgirêkan çareser bike. Lê mixabin tecrîdek giran li ser wî tê meşandin. Ji bo me ev tecrîd nayê qebûlkirin."     'JI BO OCALAN KARIBE ROLA XWE YA ÇARESERIYÊ BILÎZE DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'     Gunay, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û rola wî ya çareseriyê û wiha got: "Di vê dema vîrûsa coronayê de divê desthilatdar bi awayek rêk û pêk bi raya giştî re aşkere bike ku ji bo şert û mercên tendûristiya birêz Ocalan çi hatiye afirandin? Dive demekê lezgîn tecrîda giran bê rakirin. Li dijî vîrûsa corona tedbîr bên girtin û parêzer û malbat bikaribin pê re hevdîtîn pêk bînin. Ji her demê bêhtir pewîstiya gelên Tirkiyê û Rojhilhata navîn bi bihistina dengê Birêz Ocalan heye. Ji bo Birêz Ocalan bikarebe rola xwe ya dîrokî ya ji bo avakirina aşitiyê bilîze, pêwîste tecrîd bê rakirin. Ez dûbare bang dikim divê; ji bo birêz Ocalan şert û mercên tendûrîstî, ewlehî û azadî bên afirandin."     ÊRÎŞÊN LI SER NIRXÊN KURDAN DIDOMIN'   Ebrû Gunay, destnîşan kir ku êrîşên li ser nirxên gelê kurd di meha Remezanê de jî berdewam dikin û wiha lê zêde kir: "Destûr nadin ku ciwanên kurd di gorên xweda jî rehet razên. Kêl û kevirên goran li ber çavên malbatan tên hilweşandin. Malbetên ku ji ber mirina xizmên xwe di nav êşê de ne, bi xirakirina goran cara duyemîn êşê dijîn. Xira kirina goran Wan, Farqîn û deverên cuda di meha Remezanê de pêk hat. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev rureşî û pêkanînên dij mirovahiyê  nayên qebûlkirin."     'HER DER QADA YEKÊ GULANÊ YE'   Ebrû Gunay, bal kişand ser pîrozbahiyên 1'ê Gulanê jî û wiha bi dawî kir: "Sibê Yek Gulanê ye. Roja karkarên cîhanê ye. Yekê Gulanê tekoşîna li dijî zextên desthilatdarê ye û roja piştevaniya karkeran û kedkaran e. Kedkar, ciwan û jinên li çar aliyê cîhanê Yekê Gulanê ya îsal di şert giran ên vîrûsa coronayê de, di bin êrîş û gefên mezin yên hêzên desthilatdar û global de pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em Yekê Gulanê li kedkar, jin û ciwanan pîroz dikin. Em wan kesên bawerî bi tekoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê tênin, em wan silav dikin.    Sibê cejna karkeran e. Lê rewşa karkerên li Tirkiyeyê di dema vîrûsa coronayê de gelek xirab û kembaxe. HDP di Yekê Gulanê de bi bindest, kedkar û karkeran re mil dide hev. Emê bi slogana tendûrîstî, ked û aşitî cihanek nû ava bikin, li cem karkeran bin. Tevî qedexe û êrîşan emê  li dijî kedxwarî, newekhevî û zordestiyê  li qadan bin. Dibe ku em nikarin bi girseyî li qadan bin, lê em bang li hemû gelê xwe dikin; Yekê Gulanê her kes li ku derê be bila bibe, coş û moralek mezin çalakiyê pêk bîne. Em sibê saet 21.00’an şaneşîn û şibakan de bi dengekî bilind Yekê Gulanê pîroz bikin. Her der ji bo me sibê qada Yekê Gulanê ye. Ji bo her kesê Yekê  Gulan pîroz be. Bijî Yekê Gulan."