Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin 2020-04-30 12:00:00   STENBOL - Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ji bo biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengiz Yureklî, Mazlum Dinç û Newroz Uysal ji bo di 30'ê Nîsan û 7'ê Gulanê de biçin Îmraliyê û bi muvekkilên xwe Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin bikin serî li dozgeriyê dan.    Ocalan, piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş  jî di heman rojê de bi malbatên xwe re bi rêya telefonê axivîn. Konar, Yildirim û Aktaş piştî 2015'an yekem car bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn.    Ocalan di hevdîtina bi telefonê de têkildarî geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê banga yekîtiyê kiribû û xwestibû û bal kişandibû ser protokola 1982'an. Ocalan anîbû ziman ku pêdiviya PKK, PDK û YNK’ê bi yekîtiyê heye pêdiviya kurdan bi yekîtî û aştiyê heye.