Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da 2020-04-30 11:14:52   Qers - Rojnameya Yenî Şafaka Şaredariya Qersê hedef nîşan da. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, bertek nîşan da û got: “Bi senaryoyên îftîra û sextekariyê, dixwazin xêran jî krîmînalîze bikin.”   Rojnameya Yenî Şafakê, bi nûçeya sernava “Karê ecêb ê Şaredariya Qersê: Şaredariya HDP’î bi vî awayî pereyan ji PKK’ê re dişîne” ya weşand Şaredara Qersê û Hevşaredar Ayhan Bîlgen hedef nîşan da. Rojnameyê “Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira” ku şaredariyê bi armanca piştevaniya malbatên xizan daye dest pêkirin kir hedef û wiha nivîsand: “Şaredariya Qersê ya HDP’ê, ji ber ku nekarî raste rast alîkariyê ji malbatên PKK’î yên hatine kuştin, girtin û birîndar bûne re bişîne, serî li formûla ‘Malbata Xwişk û Bira’ da. Şaredarî lîsteyê qaşo ji ‘Heyva Sor a Kurd’ a Navenda wê li Elmanyayê re dişîne, saziya qaşo jî ji bo ku malbat ji rêxistinê qût nebin, ji Ewropayê ji wan re pere dişîne.” Di heman demê de rojnameyê, derbarê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de jî, sernava “Dosyeya wî bilind bûye” avêt û di nûçeyê de cih da lêpirsîn û dosyayên berê yên derbarê Bîlgen de hatibûn vekirin.   HEVŞAREDARAN: BÊÇARETIYE   Bîlgen, bertek nîşanî nûçeya Yenî Şafakê da û wiha got: “Bi senaryoyên îftîra û sextekariyê, dixwazin xêran jî krîmînalîze bikin. Ev bêçaretiye. Berê hin rojnameyên muhafazakar û Yenî Şafakê, ji bo nûçeyên dema bizina mela dihat dizîn digotin ‘Mele bizin dizî’ aciz dibûn û bertek nîşan didan. Niha ew bi xwe heman ristê dilîzin û ji vê jî keyfxweş dibin.”   Hevşaredar Şevîn Alaca jî, bertek nîşan da û wiha got: “Derbarê şaredariya me de nûçeyên derew çêdikin. Ev bêçaretiye wan nîşan dide.”   Hat diyar kirin ku Şaredariya Qersê wê îro derbarê Rojnameya Yenî Şafakê de gilî bike.