Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin 2020-04-30 09:16:13 EDENE - Piştî di sala 2007'an de PVSK hat guherandin, erka çekşixulandinê ya polîsan hat zêdekirin û ji wê rojê heya niha 403 kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane. Mexdûrê herî dawî yê vê qanûnê jî Alî El Hemdanê sûriyeyî ye.  AKP'ê di sala 2007'an de bi Pakêta Ewlehiya Navxweyî, Qanûna Jimare 2559'an a Wezîfe û Selahiyetê ya Polîsan (PVSK) guherand û erka "şixulandina çekê ya bi pêşbinî û texdîra polî" da destê polîsan. Li gorî daneyên Weqfa Baran Tûrsûn, ji sala 2007'an heya sala 2020'an 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin. Ji kesên hatine kuştin 93 jê polîs in. .   Herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de cinayeteke bi vî rengî li Edeneyê qewimî. Li navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta ku guh nedaye îxtara "rawestandinê" ya polîsan Alî El Hemdanê 18 salî yê sûriyeyî hat kuştin. Polîs F.K. ku Hemdan kuşt di îfadeya xwe de gotiye: "Gava min da dû wî ji xwe ez bi rojî bûm, ketim xwarê. Dibe ku wê çaxê çeka min teqiya be."    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê bi sûcê "kuştina bi qesdî" kujer polîs F.K. girt û şand girtîgehê.    DOSYAYA HANTAŞ DI REFIKÊN BI TOZ DE HAT BICIHKIRIN   Cinayeteke bi vî rengî di 14'ê Nîsana 2019'an de li Sumerparka Amedê pêk hatibû. Recep Hantaşê ku danê sibehê tevî hevalê çûbû parkê, polîsan ew kuştibû. Walîtiya Amedê jî di daxuyaniya xwe de gotibû ji ber ku guh nedaye îxtara "rawestandnê" polîsan bera wî daye û paşê polîsan polîsan di beyanên xwe de gotibûn "bi şaşî me ew kuştiye". Hê jî der barê vê cinayetê de doz nehatiye vekirin.    KIRYARÊ KÛRKÛT NEHAT GIRTIN    Cinayeteke din ku bi destê polîsan pêk hatibû jî cinayeta Kemal Kûrkût e. Kemal Kûrkût di Newroza 2017'an a Amedê de bi destê polîsan hatibû kuştin. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksyo pêşî ji bo kuştina Kûrkût daxuyandibû ku "xwekuj" bûye. Lê belê wêneyên dema kuştina Kûrkût ên ji hêla edîtorê dîhaberê Abdûrahman Gok ve hatibûn girtin, rastiya bûyerê derxistibû holê. Piştî vê der barê polsî Y.Ş. de bi sûcê "kuştina qesdî ya muhtemel" ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê doz hatibû vekirin. Lê belê polîs Y.Ş. bi awayekî bêgirtin tê darizandin û têkoşîna malbata Kûrkût a di vî warî de hê jî didome.    Di 28'ê Tebaxa 2015'an de li Qoserê jî bi hinceta guh nedaye îxtara "rawestandinê" Mazlûm Tûranç 16 salî bi destê polîsan hatibû kutin. Di doza Tûran de li Sûcdar Suleyman Esenboga 10 sal ceza hatibû birîn. Lê Dadgeha Îstinafê ya Amedê cezayê li sûcdar hatibû birîn xera kiribû û ji bo kuştina Tûran gotibû "şaşiyeke teqez".    Di sala 2007'an de jî li Îzmîrê Baran Tûrsûn bi hinceta guh nedaye îxtara "rawestandinê" hatibû kuştin. Di çarçoveya doê de 2 sal û mehe ceza li polîs Oral Emre hatibû birîn. Malbata Tûrsûn jî ji wê rojê heya niha ji bo edaletê têdikoşe û ji bo piştevaniya mexdûrên bi vî rengî Weqfa Baran Tûrsûn ava kir.    MA / Hamdûllah Kesen