CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir 2020-04-29 15:46:26   STENBOL – Di rapora ku ji aliyê Komeleya Rexistina Civakî ya Pergala Înfaza Cezayê ve hatibû amadekirin de hat destnîşankirin ku li girtîgehan ji ber pirsgirêka qapasîteyê gelek binpêkirinên mafan pêk hatine.   Komeleya Rexistina Civakî ya Pergala Înfaza Cezayê (CİSST), giliyên ku di navbera 15-28’ê nîsanê de ji xeta wan a şêwirmendiyê re hatibûn kir rapor. Di rapora ku ji giliyên 31 jê girtîgehên vekirî bi giştî ji 68 girtîgehan pêk dihat de agahiyên girtîgeh û girtiyên veşarî hat hiştin.   Di raporê hat destnîşankirin ku li girtîgehan pirsgirêka ji qapasîteyê zêdetir ku demeke dirêj e li girtîgehan heye, hê jî berdewam dike û pê re gelek binpêkirinên mafan li girtîgehan hene. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku mesafeya fizîkî ji ber qerebalixiya kogûşan pêk nayê. Hin giliyen girtiyan di raporê de wiha hatine rêzkirin:   “* Hin girtîgeha bi armanca dezenfekteyê tên dermankirin hin girtîgehê jî nayên dermankirin. * Li girtîgehan bi rêkûpêk paqijî nayê kirin girtî li gorî derketên xwe paqijiyê dikin. * Li hin girtîgehan qardiyan berdevk didine ber devê li hin girtîgehan jî nadin ber devê xwe. * Berdevkan nadin girtiyan. * Amûrên paqijiyê bê pere nadin girtiyan. * Ji ber berdana girtiyên li girtîgehên vekirî pirsgirêka xwarinê heye. * Ji bo girtiyên nexweş, temen mezin û di koma xeternak de bergirî nehatine girtin. * Girtiyên nexweş ên diçin nexweşxaneyan û bi tena serê xwe dikevin qarantînayê û nikarin pêwîstiyên xwe bibersivînin. * Li hin girtîgehan memeleya xerab û zexta li ser girtiyan zêde bûye. * Li hin girtîgehan şandina nameyan a girtiyan hatiye qedexekirin û nikarin rojnameyan bigirin.