Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir 2020-04-29 15:07:08   EDENE - Rexistina HDP'ê ya Edeneyê malbata Alî El Hemdan ê 18 salî yê Sûriyeyî ku bi guleya polîsan hat kuştin ziyaret kir.    Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê û parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, malbata Alî El Hemdan ê 18 salî yê Sûriyeyi ku polîsan di 27'ê Nîsanê de ji piştve gule berdanê û kuştin ziyaret kirin û sersaxî j malbatê xwestin. Bavê Alî El Hemdan, heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Heyete ji malbat û bavê Alî El Hemdan sersaxî xwest û piştgiriya xwe anî ziman. Parlamentera HDP'ê Hatimogullari jî diyar kir ku her dem dê li cem malbatê cih bigirin û xwest polîs bê cezakirin û edalet cihê xwe bibine.