Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir 2020-04-29 14:44:51 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk, êrîşa ku duh li Efrînê pêk hatibû, bi daxuyaniyên ku dan şermezar kirin.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrîşa ku duh Efrîne pêk hatibû û gelek kesan têde jiyana xwe ji dest dabûn, li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê daxuyaniyek da. Ebdî, erîşê şermezar kir ku û têkildarî êrîşê ev tişt got: “Tiştên ku li Efrînê pêk hatin êrîşeke terorê ye ku divê bê şermezarkirin. Di vê êrîşê de gelek kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dane. Vê êrîşa wehşî ku li diyarê aştî û zeytûnan pêk hatiye, encama siyaseta hilweşîner û texrîpkar a dewleta tirk e.”   MSD JÎ DAXUYANÎ DA   Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk, hemû êrîşen li dijî sivîlan û êrîşa terorîstî ya li Efrînê şermezar dikin. Çeteyên terorîst, ji dewleta tirk piştgirî digirin û êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk demildest rawest e.”