Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê 2020-04-29 12:49:36   ERZIROM - Ji ber vîrûsa korona gundê Keçelan a Tatosê kirin karantînayê û 70 zêdetir kes rakirin nexweşxanê.   Demek berê kesekê li Rihayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da bû, li gundê Keçelan a navçeya Tatos a Erziromê, hat definkirin. Li gorî îdîayan piştî definkirina vî kesî şewba koronayê li gund derket holê. Ji ber derketina şewbê gund xistin karantînayê û ji 70 zêdetir kes rakirin nexweşxanê û tên dermankirin. Yekemîn bûyera şewbê di 19’ê Nîsanê derket holê. Ji wê rojê û vir ve gund di karantînayê deye. Lê heya niya tu daxuyaniyek fermî derbarê rewşa gund de nehatiye kirin.   DI 10 ROJAN DE YEK RÛŞOP   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tatosê Boran Bîngul ê li gund dijî, diyar kir ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine, ji yên rakirine nexweşxanê zêdetire û wiha axivî: “Kurekê welatiyekê me yê li gund dijî û di werza zivistanê de mihên xwe dibe li Rihayê xwedî dike, diçe Stenbolê. Piştî ji Stenbolê vedigere Rihayê heftiyek şûnde jiyana xwe ji dest dide. Di rapora mirina wî de ‘krîza dil’ tê nivîsandin. Dema ku cenaze anîn gund, ez jî di nav de em gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn. Di hemû kesên dest dabûn cenaze de, nîşanyên vîrûsê derketin holê. Piştî 19’ê Nîsanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêdetir bûn. Her roj 3-4 ambûlans dişandin gund û beyî ku guh bidin masafeya fîzîkî 4 kes di heman ambûlansê de dibirin nexweşxaneya Erziromê. Heya niha li gund tu dezenfekte nehatiye kirin. Ev 10 rojin hîna rûşopek jî li kesekê belav nekirine.”