Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn 2020-04-29 10:53:09 WAN - Rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiye, diyar kir ku ji ber rîska şewbê herî zêde pêdiviya wan bi ava gerim heye û got: “Di Girtîgehê de em bi ava cemidî, yan jî tênşîr serê xwe dişûn.”   Rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiyê, binpêkirinên mafan ên dijîn ragihand. Orûç ê di 27’ê Nîsanê de bi telefonê bi hevjîna xwe Hulya Orûç re hevdîtin kir, diyar kir ku bergiriyên li dijî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) hatine girtin pir kêmin û wiha got: “Amûrên paqijiyê nadin me. Ji ber rîska vîrûsê herî zêde pêdivaiya me bi ava gerim heye. Lê di girtîhê de hîna jî em yan bi ava cemidî, yan jî tênşîr serê xwe dişûn.”   ‘EZ NIKARIM NAMEYAN BIŞÎNIM’   Orûç, bal kişand ser pêkanînên di girtîgehê de û wiha axivî: “Ligel ku qedexeya nameyan tuneye jî, em di şandin û girtina nameyan de pirsgirêkan dijîn. Di 6’ê Nîsanê de min name û wêne ji hevjîna xwe re şand. Lê hîna jî name negihiştiye dest wê. Bi dehan car min ji bo vê daxwazname nivîsanin, lê dîsa jî tu bersiv nedan min. Di girtîgehê de amûrên paqiyê nadin me. Ji bo peydakirina amûrên paqiyê em pirsgirêkên cidî dijîn. Wezîrê Dadê gotibû, ‘Em hemû amûrên paqijiyê didin.’ Lê heftiyê carekê, tenê sabûnekê didin me. Dîsa di kantînan de jî pîrsgirêkên cîdî hene. Amûrên ku em dixwazin bikirin di kantînê de tuneye. Di heman demê de girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Ji ber mîgrena xwe min pirsgirêkên cidî jiyan. Berî vîrûsê çend caran ez birim revîrê. Ji bo nexweşxanê min sewqa xwe xwest. Lê ji min re gotin lezê neke, bila hinek din dem derbas bibe. Ez niha tenê dermanekê vedixwim. Ji ber xwendin û nivîsandinê hem çavên min û hem jî serê min diêşe. Di vî warî de ez pirsgirêkên cîdî dijîm.”