Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne 2020-04-29 10:36:16 ENQERE – Berhemên bi marqeya Karsbel ên Şaredariya Qersê ku piştgiriya hilberîner û mezêxeran dike, bi navbeykariya Kooperatîfa Bîzîm Degîrmenê êdî bên Enqereyê jî. Şaredariya Qersê, piştî Îzmîr û Stenbolê li Enqereyê jî dest bi firotina berhemên xwe yên xwezayî kir. Şaredariyê ji bo firotina berhemên xwe KarSbel’ê ava kir û wê bi Kooperatîfa Bizîm Degîrmenê re li Enqereyê berhemên xwe bigihîne gel. Qooperatîfê, ji bo berhemên xwezayî yên mîna hingiv, qaşar, rûnê nivîşk, penirê çeçîl, penirê qaşar, gravyer, qaza Qersê, kadeya Qersê, erîşteya Qersê, dimsê tuya yê Qaqizmanê, bastiq û komeyê ku bi destê jinan tên hilberandin, dest bi girtina sparîşan kir. Berhemên navborê gihîştin navenda firotinê ku dê heta 10 rojan vebibe.   KEDÊ BI SIMSARAN NADIN XWARIN   Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî firotina berhemên wan a li Enqereyê axivî û diyar kir ku wê berhemên xwe rast e rast bê navbeynkar û komîsyon, erzantir bigihinîn mezêxeran û wiha got: “Kooperatîfa Bîzîm Degîrmenê wê berhemên herêmî yên bajaran din jÎ bifiroşe û lê wê di firotina berhmenên Qersê de bi me re bixebite. Em ê hilberîner bi rêxistin bikin da ku keda bi simsaran nedin xwarin. Em bi esnafên xwe re nakevin reqabetê, dixwazin ku hilberînerên bajar teşfîq bikin.”   PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN SIMSAR IN   Bîlgen, destnîşan kir ku li Qersê pirsgirêka herî mezin simsar salekê pêşiyê hilberînerên şîr dikin bin deynê xwe û ev tişt anî ziman: “Heke em karibin di dabînkirina şîr de hilberînerên xwe bînin gel hev, wê li şûna ku di berdêla deynê xwe de şîr erzan bidin simsaran dê derfeta ku şîrê xwe rast e rast bikine hilberînê bibînin. Dê ev jî ji wan re bine avantajeke mezin. Mezêxer jî li şûna ku berê xwe bide simsar û marqeyên mezin divê piştgirî bide hilberînerên biçûk. Wê ev ji bo çanda mezêxeriyê jî baş be.”   HILBERÎNER Û MEZÊXERÊ BI RÊXISTINKIRÎ   Civaknas û Serokê Lîjneya Rêveberiya Kooperatîfa Bîzîm Degîrmenê Velî Saçilik ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin jî da zanîn ku dê heta 10 rojan navenda xwe ya firotinê vebikin û ev tişt got: “Em hedef dikin ku ji Qersê heta Îzmîr û Stenbolê tora qooperatîfan ava bikin û mezêxerê bi rêxistinkirî bigihînin berhemên xwezayî yên erzan ê hilberînerê rêxistinkirî. Em dixwazin di van rojên vîrûsa koronayê de piştevaniya di navbera qooperatîf û mirovan de xurt bikin.”   MA / Emrûllah Acar