Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin 2020-04-29 09:20:07 ŞIRNEX - Pêşmergeyê PDK'ê yê berê Mûstafa Olmez, xwest pêşmergeyên li Zînî Wertê vekişin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin û bang kir: "Divê kurd bi axaftinê pirsgirkên xwe çareser bikin û bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tev bigerin. Êdî bila bira xwîna bira nerijîne."   Nîqaşên der barê herêma Zînî Wertê de didomin ku herêm pêşmergeyên PDK'ê li wir hatine bicihkirin û ligel vê nerazîbûnên ji bo ambargoya li ser Kampa Mexmûrê jî didomin. Pêşmergeyê PDK'ê yê berê Mûstafa Olmez, destnîşan kir ku divê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin û divê xwîn neyê rijandin.    LÎSTIKA PDK'Ê!    Olmez, anî ziman ku di salên 1970'yî de pêşmergeyê PDK'ê bûye û got, wê demê malbatên mezin ên herêmê hemûyan piştgirî dida PDK'ê û li herêmê rêxistinbûyîna YNK'ê pir nexurtbûye. Olmez, diyar kir ku wê demê ji ber bûyerekê gelek kesên malbata wan dev ji pêşmergetiyê berdane û got: "Me eşîra Jîrkiyan, ji bo pirsgirêkên xwe civînek çêkir. Wê rojê rayedarên PDK'î jî tev li civîna me bûn. Xwestin em pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin hêlekê û pev re li dijî Sedam Husên şer bikin. Ji me re gotin, 'Sedam Husên yekîneyeke taybet şandiye ku herêma we bi dest bixe û êrîşî PDK'ê bike. Wê çend roj şûnde bigihên vira.' Me jî kemîn danî. Eşîrên herêmê bûn yek. Me li nêzî gundê Geznexê li qada Taştemerê kemîn danî û gelek eskerên wê yekîneyê kuştin, me bi dehan esker jî dîl girtin. Min ji dîlekî re got, 'Ma hûn şerm nakin ji bo pera li terefê Sedam cih digirin û xwîna gelê xwe dirijînin.' Wî jî ji min re got, 'Em YNK'î ne. Fikra me cuda ye, lê me îxanet li kurdan nekiriye. PDK we xapandiye, ber bi me ve şandiye. Halbûkî ji bo em pêwendiyê bi we re deynin em hatibûn herêmê."    ‘ME XWÎNA HEV RIJAND'    Olmez, anî ziman ku ji ber ku hatibûn xapandin pir li ber ketibûn û got: "Ji ber komployekê me kemîn danî ber birayê xwe." Olmez, diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku pêşmergeyên YNK'ê li terefê Sedam cih girtine û got: "Lê paşê em hîn bûn ku ne wisa ye. Wê çaxê em pir poşman bûn. Loma gelek ji me dev ji pêşmergetiyê berda. Nizanim aqûbeta pêşmergeyên YNK'ê yên dîl hatin girtin çawa bû. Lê tenê me bi tiştekî zanibû, ew jî me xwîna hev rijandibû."    DIVÊ VEKIŞIN    Olmez, bibîr xist ku wê çaxê TV, radyo, rojname û înternet ne berbelav bûn û got, me li gor gotinên mezinên malbatê herekt dikir. Olmez, anî ziman ku lê belê niha kurd hemû hev du nas dikin û got: "Êdî divê kurd bi axaftinê pirsgirêkên xwe hel bikin. Em naxwazin bira xwîna bira birijîne. Wê ev bibe hetîketiya kurdan."    Olmez, got: "Div PDK baş zanibe tenê dijminekî kurda heye. Dibe ku niha êrîşî PDK'ê nake, lê sibê gava tu hêzeke kurda nemîne wê hewl bidin PDK'ê û Başûrê Kurdistanê jî ji holê rabikin."    Olmez, destnîşan kir ku ji ber divê pêşmergên PDK'ê ji Zînî Wertê derkevin.    BANGA JI BO KAMPA MEXMÛRÊ    Olmez, destnîşan kir ku divê ambargoya li ser Mexmûrê jî bê rakirin û got: "Kurdîstan, axa hemû kurda ye. Divê ambargoya li ser birayên me yê Mexmûrê bê rakirin. Çend roj berê dîsa êrîşî Mexmûrê kirin û 3 jinên kurd jiyana xwe ji dest dan. Heger PDK dixwaze destkeftiyên kurdan biprazêe nexwe divê hin kesên di nav xwe de hel bike. Ev kes ji bo îstixbarata tirkan dişixulin. Tenê kar û barê wan ew e ku kurdan bera hev bidin."   Olme, bal kişand ser bûyera Taştemerê û got: "Divê feraseta ku bira bira dikuje esas neyê girtin. Pêşmergeyên li Zînî Wertê demildest divê vekişin. Ên zimanê me qedexe dikin ne dostên pêşmergeya ne. Loma divê pêşmerge zanibe kî dost e kî dijmin e. Partiyên kurda divê hev xurt bikin, bi çavê dijminatiyê li hev mêze nekin. Dibe fikrên wan ê siyasî ne wekhev be, lê divê bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tev bigerin."    MA / Mujdat Can