‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in 2020-04-29 09:15:56 STENBOL – Derûnînans Ayça Tezerîşîr, diyar kir ku mexdûrên veşarî yên şewba vîrûsa koronayê zarokên ji neçarî mehkûmê malê bûne ne û hin pêşiyaran ji bo dayik û bavan kir. Yek ji koma temenên ku herî zêde ji vîrûsa koronayê bi bandor dibin, bê guman zarok in. Girtina dibistanan, sînorkirina parqan û rewşa îzolasyonê, qadên jiyanê yên zarokan bi malê re bi sînor kir. Zehmetiyên ku zarok dikişînin bi van jî ne bisînor in. Li gorî daxuyaniyeke Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi pêvajoya vîrûsa koronayê re îstismarkirin, îhmal, tundiya li dijî zarokan jî zêde bûye. Ji ber vê yekê UNÎCEF’ê daxwaz kiribû öu polîtîkayeke parastina zarokan bê hilberandin.   MEXDÛRÊN VEŞARÎ   Em têkildarî çawaniya bandora vîrûsê ya li ser zarokan û berpirsyariyên dayik û bavên wan ên di mijarê de bi Derûnînasa Kamil û Zarokan Ayça Tezerîşîr re axivîn. Tezerîşîr, diyar kir ku mexdûrên veşarî yên şewba vîrûsê zarok in û wiha got: “Li Cîhanê gelek zarok nikarin xwe bigihînin xizmetên av, paqijî, pêwistiyên bingehîn. Weke Afrîkayê nebe jî li Tirkiyeyê jî zarokên ku derfetên wan ên hewînê tunene û di şertên netendurist de dijîn hene. Ev zarok di bin xetereyê de ne.”   FIKARA JI BO ZAROKAN   Tezerîşîr, destnîşan kir ku di pêvajoya vîrûsê û pirsgirêkên ku bi xwe re tîne bandor li zarokan dike û ev tişt got: “Zarok timik bi fikar in ku tiştek bi serê malbat û hezkiriyên wan de were. Ji ber vê yekê pirsgirêkên xewê, xwarinê û tevgerê dijîn. Zarok û malbatên wan nikarin bi vê rewşê re serî derxin. Mînak, zarokên astengdar ji ber ku ji perwerde û jiyana civakî dûr dikevin hin pêwistiyên wan ên bingehîn zêde dibin.”   ROLA MEZINAN   Di berdewama axaftina xwe de Tezerîşîr, da zanîn ku pirsgirêkên dayik û bavên zarokan bandor li zarokan jî dike û ev tişt anî ziman: “Beriya vîrûsê gelek mirov bi bi pirsgirêka aboriyê re têdikoşiyan û gelek zehmetî dikişandin. Bi vîrûsê re ev zehmetî zêdetir bûn û hatin asta hilweşandinê. Pêşeroja gelek mirovan ne diyar e. Malbatên ku bêkar mane nizanin ku dê zikê zarokên xwe çawa têr bikin.”   ZAROK NEYÎNÎ BI BANDOR DIBIN   Tezerîşîr, bi lêv kir ku bi vîrûsê re tundiya nav malê jî zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku li malan tundî û îstismar heye, zarok di bin xetereyeke mezin de ne. Di rewşeke wiha de gelo ji bo zarokan mal an derve ewle ye? Zarok ji vê rewşê bi neyînî bi bandor dibin. Ji ber vê yekê dayik û bav bi qasî ku karibin fikarin xwe bi re ve bibin wê karibin serî bi fikarin zarokên xwe re derxin.”   DIVÊ JI BO KÊFÊ DEM BÊ VEQETANDI   Tezerîşîr, anî ziman ku pêşîgirtina pirsgirêkên ku zarok dijîn berpirsyariyên girîng dikevin ser milê dayîk û bavên wan û ji bo wan ev pêşniyar kirin: “* Li malê bi zarok re avakirina rûtînekê pir girîng e. Weke rêbaz dikare ji zarokan re hin berpirsyarî bên veqetandin. Ev yek bi zarokê re zanîna berpirsyariyê bi pêş dixe. * Divê şertên ku karên rojane bên berdewamkirin bên avakirin. Lê divê zarok waneyên xwe çêdike dema kêfê jî bê veqetandin. * Divê teqez dema werzîşê ya malbatan hebe.   PARASTINA JI GEMARA ZANÎNÊ ŞERT E   * Di vê pêvajoyê bi kar anîna înternetê jî zêde bûye. Pir girîng e ku zarok xwe bi gihînin agahiyên rast û ewle. Divê zarok ji gemara zanînê bên parastin. * Ji bo zarok ji tundiya nav malê bi bandor nebin divê ji bo wan hin bergirî bikevin dewrê. * Li Tirkiyeyê bi hezaran zarokên ku ji ber derfetiyên aborî, zewaca di temenê biçûk de nikarin biçin dibistanê û dev jim dibistanê berdin hene. Ji bo van zarokên ku di bin xetereyê de ne divê pergaleke şopandinê bê avakirin û bergirî bên girtin. * Di vê pêvajoyê de îhtîmala ku îstismar, îhmat û tundiya li ser zarokan zêde bibe heye. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê pergalên parastinê bikevin dewrê.   MA / Nacî Kaya