Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin 2020-04-28 17:24:31   EFRÎN - Li nêzî navenda şaredariya kevin a Efrînê tankerek bombebarkirî teqiya. Di teqînê de herî kêm 38 endamên komên çekdar hatin kuştin. Zêdeyî 175 kes birîndar bûn.    Li ser rêya Raco nêzî navenda şaredariya berê ku piştî Efrîn hate dagirkirin û şûnde veguherîbûn navenda komên çekdar ên OSO û Sultan Murat  tankerek tije bombe hate teqandin. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqînê de herî kêm 38 endamên komên çekdar mirin. Zêdeyî 175 kes jî birîndar bûn. Teqîn li nêzî nuqteya koma Sûltan Mûrat a girêdayî TSK'ê pêk hatiye.