'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne' 2020-04-28 14:21:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişa Tirkiye ya bi SÎHA a li Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê şermezar kir û diyar kir ku berpirsiyarê vê êrîşê DYA û Rûsya ne.   Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê serê sibê li Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bi du moşekan êrîş kir. Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li pêş avahiya Meclisa Rêveber  a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Bi beşdariya rêveberên saziyên sivîl ên herêma Firatê Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn daxuyanî xwend. Şahin di daxuyaniyê de diyar kir ku pêvajoya tevahî gelên cîhanê li dijî têkbirina pandemiya Covît 19) hevgirtî ne û bi rasthatina meha Remezanê re, Tirkiye bi firokeyên xwe yên bêpîlot vê sibehê bajarê Kobanê bombebaran kir û wiha got: "Bi vê yekê tevahî peymanên ku berê îmze kirine, paşguh dike. Li gorî peymana ku di dawiya sala borî de di navbera Rûsya û QSD’ê de hatiye îmzekirin, divê QSD ji tevahî sînorê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe. Em bang li Rûsya û DYA’yê dikin ku li gorî sozên xwe der barê garantiya ewlehiya xaka Sûriyê û sînordarkirina êrişên Tirkiyê yên rojane li dijî gundên kantonên Girê Spî û Kobanê pêk tên, tev bigerin, tevî ku 6 meh di ser vekişîna QSD’ê ji herêmên sînor ên herêmê re derbas bûye.   Firokeyên SÎHA vê sibehê du moşek avêtin navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê û tenê zirarên madî çêbûn.