Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê 2020-04-28 13:22:18 AMED - Ji bo avakirina Nexweşxaneyên ku li Balafirgeha Ataturk  û Sancaktepe dest pê kiriye, gelek karker, bi destûra taybet ji Amedê dişînin Stenbolê.    Li Balafirgeha Ataturk a Herêma Ewropa û Sancaktepe ya Herêma Anadolu yên Stenbolê Nexweşxaneya Holdînga Medîkal a Ronesans ji bo nexweşên şewba vîrûsa corona tên avakirin. Hat diyar kirin ku ji bo di avakirina nexweşxaneyan de kar bikin bi dehan karker bi destûra taybet ji Amedê şandin Stenbolê. Bi destûra taybet a Holdînga Ronesans destûra rêwitiya navbera bajaran hat girtin û bi fîrmayên otobusan karker şandin Stenbole. hat diyarkirin ku her otobusek 20 karker bar kirin û ji Amedê dieşînin Stenbolmê.    Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan di 6'ê nîsanê de diyar kiribû ku dê li Stenbolê 2 nexweşxaneyên nû yên şewbê ava bikin. Pişti vê axaftinê li herêmê avakirina nexweşxaneyan dest pê kir. Nexweşxaneyên ku ji aliyê Haldînga Ronesans Medikal ve li Balafirgeha Ataturk û Sancaktepe bên avakirin, înşaeta wan dest pê kir û tê plankirin ku di nava 45 rojan de biqedin. Ji bo înşaeta nexweşxaneyan gelek karker bi destûra taybet ji Amedê şandin Stenbolê."