'Em terkî mirinê kirin' 2020-04-28 10:41:27   WAN - Nazli Solgun a li Girtiyeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, diyar kir ku 3 hefte ye çav û qirika wê dişewite û hevsengiya wê xera dibe û wiha got: "Li gel van nîşaneyan dîsa min nabin nexweşxaneyê. Ez û 2 hevalên xwe di qarantînayê de tên girtin. Em terkî mirinê hatine kirin."    Nazli Solgun a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê girtî ye, duh (27 Nisan) bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û serpêhatiyên xwe parve kir. Solgun, anî ziman ku 3 hefte ye li gel 2 hevalên xwe nexweş in û bi kelepçeyê hatine muayinekirin. Solgun, anî ziman ku bijîşkên girtîgehê ew muayine nekirin û wiha got: "5 rojin em di qerantînayê de tên girtin. Em niha 3 kes di qerantînayê detên girtin. 3 hefte ye em nexweş in. Çavê min baş nabîne.  Em di 22'ê Nîsanê de bi kelepçeyan birin tedawiyê. Me xwest kelepçeyan derxin. Lê bijîşkan qebûl nekir. Gotin ‘Hûn muayene dibin bibin, nabin jî derkevin' Em qewirandin. Ji ber min bijîşk rexne kir sergardiyan 2 girtek girtin.  Li vir pêdiviyên me pêşwazî nakin. Em her dem rastî neheqiyê tên. Li vir çavê min nabîne. Qirika min dişewite û bêhal im. Dozgerê komarê û midûrê girtîgehê naxwaze testê bikin. Destûr nadin em pirsgirêkên heyî parve bikin. Em rastî muameleya li diji mirovahiye tên. Ji 22'ê nîsanê heta niha em di qerantînayê de ne. Em terkî mirinê kirine."