Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê 2020-04-28 10:09:39   ŞIRNEX - Girtiyê nexweşê çolyakê Nesîm Kalkan ê 27 salin girtî ye û niha li Girtîgeha tipa T a Şirnexê ye, diyar kir ku bi hinceta nanpêj tune ye xwarina glutensiz nadin wî.    Girtiyê nexweşê Çolyakê Nesîm Kalkan ê 27 salin girtî ye û niha li Girtîgeha tipa T a Şirnexê dimîne. Kalkan bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û diyar kir ku bi hinceta nanpêj tune bi rojan e xwarina glutensizê nadin wî. Kalkan, anî ziman ku piştî zagona înfazê di meclîsê re derbas bû û gelek girtî serbest hatin berdan, bi hinceta nanpêj tune 12 rojin xwarina glutensiz nadin wî. Hevjîna Kalkan Taybet Kalkan, anî ziman ku hevjînê wê 15 salin bi nexweşiya kronîk e û wiha got: "Li gorî rapora Saziya  Tipa Edlî divê heta emrê wî hebe xwarina bi glutensiz (ceh, genim, çewder,) bixwe. Di salên ewil de bi hezar zor û zahmetî me jêre temîn dikir. Piştre girtîgehan xwarina glutensiz da girtiyan. Hevjînê min ji xwe bi tenê nikare bijî û nikare xwarina xwe bixwe. Hevjînê min bi ulsera mîdê ye. Dîsa nexweşiya Hepatit B pêre heye. Hevjînê min bi telefonê diyar kir ku zêdeyî 10 rojin bi hinceta girtîyên xwarin çêdikirin hatine berdan xwarinê nadin wan. Xwarina normal a li girtiyan belav dikin didin wan. Hevjînê min nikare xwarinên normal bixwe. Mîda wî qebûl nake. Dema xwarina normal dixwe êşa movik, serî zêde dibe. Nava wî diçe. Piştî zagon di meclîsê re derbas bû parêzeran ji bo berdana Nesîm Kalkan serlêdan kirin. Lê heta niha tu encam negirtine."