Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e 2020-04-28 09:18:03 AGIRÎ - Siyasetmedarên jin nerazîbûnên xwe yên ji bo astengkirina xebatên şaredariyên HDP'î yên ji bo malbatên rewşa wan a aborî nebaş e anîn ziman ku bi van qedexeyan gel tên qedexekirin.   Wezareta Karên Navxweyî giştînameyek ji walîtiyan re şandibû û piştî vê giştînameyê berhevkirina û belavkirina alîkariyan a şaredariyan hat qedexekirin. Piştî vê biryarê hesabên alîkariyên yên bankeyan ên şaredariyan hatin blokekirin û her wiha li Agiriyê jî 2 endamên HDP'î yên qoliyên alîkariyê belav dikirin hatibûn binçavkirin û 50 qoliyên alîkariyê jî hatibûn desteserkirin. Li bajêr tenê ji bo komên Vefa Destekê destûra alîkariyê hatiye dayîn û her wiha Şaredariya AKP'î ya Agiriyê jî daxilî nav van qedexeyan nehatiye kirin. Ligel vê Şaredariya AKP'î ya Agiriyê navê kampanyaya "Xwişk û Bira" ya HDP'ê bi kar tîne.    ROJÊ 100 KES ALÎKARIYÊ DIXWAZIN    Hevşaredara Bazîdê Yildiz Acar, diyar kir ku piştî şewbê şêniyên navçeyê pir mexdûr bûne û got, hewl dane bi derfetên xwe yên heyî alîkariya welatiyan bikin lê belê hatine astengkirin. Acar, anî ziman ku rojê herî kêm 100 kes tên şaredariyê doza alîkariyê dikin û got: "Bi piştgiriya me qet nebe malbatekê dikaribû heya 10 rojan xwarinê çêbike. Beriya qedexeyê me qoliyên zexîreyî gihandin nêzî 200 malbatî. Şaredarî saziya gel e û deriyê wê ji bo gel vekiriye. Rojê herî kêm 100 welatî ji bo alîkariyê tên, lê mixabin ji ber vê biryara heyî em nikarin tiştekî bikin. Her wiha xêrxwazên li navçeyê pêşniyar kirin ku li qadeke şaredariyê bila kampanyaya 'ên karibin bila deynin, ên pêdiviya wan pê heye bila bibin' bê destpêkirin. Me jî xwest ev pêşniyar pêk bê, lê walîtiyê ev jî qedexe kir. Gava em hinceta qedexeyê ji welatiyên xwe re dibêjin bertek nîşan didin."    Acar, anî ziman ku çend roj berê jineke extiyar ku kurê wê girtiye ji bo alîkariyê hatiye şaredariyê û got, gava çûne mala jina extiyar bi rewşeke êşbar re rû bi rû mane. Xaniyê ku 6 zarok û 2 extiyar lê dijîn, banê wê dilopan dike û ketiye halekî wiha ku mirov nikare lê bijî. Acar, got: "Wijdanê tu kesî vê yekê qebûl nake. Me jî ne bi derfetên şaredariyê bi derfetên xwe alîkariya vê malbatê kir. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. A rast bi astengkirina alîkariyên şaredariyê gel tê mexdûrkirin. Şaredariya AKP'î ya Agiriyê li gor qanûna av û îmarê tev nagere. Çend roj berê li şaredariya me teftîş hat kirin, ji ber ku me ji bo deynên avê alîkariya hin welatiyan kiriye, ev jî kirin pirsgirêk. Heger ev qanûn ji bo hemû şaredariyan pêk bihatana belkî li zora me neçûna. Lê niha em dibînin ku ev qedexe tenê ji bo şaredariyên muxalif tê kirin. Ev qedexe di şexsê şaredariyan de li gel tên kirin."    MAFÊ QANÛNÎ TÊ BINPÊKIRIN    Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar jî anî ziman ku jinên pêdiviya wan bi alîkariyê heye jî di nav de di warê zexîre de alîkariya gelek welatiyan kirine, lê belê bi biryara qedexekirinê re ev yek hatiye astengkirin. Yaşar, got: "Mirovan daxwaz alîkariyê li me kir. Me jî ev yek nirxand. Bi taybetî jî di warê alîkariya ji bo jinan de em hesas tev digerin. Li navçeyê gelek jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin, jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û pêdiviya wan bi alîkariyê heye hene. Mixabin ji ber vê qedexeyê em nikarin alîkariyê bigihînin wan. Gel pêkanîna vê qedexeyê qebûl nake û bertek nîşan dide. Pêdiviya mirovan bi alîkariyê heye. Ev mafekî me yê qanûnî ye. Lê belê ev mafê me yê qanûnî tê astengkirn."    Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî binçavkirina 2 HDP'iyên ji ber qoliyên alîkariyê belav dikirin hatibûn binçavkirin bibîr xist û got, tu hinceteke hiqûqî ya vê yekê tuneye. Taşdemîr, destnîşan kir ku wekî delîlên sûcî me qoliyên alîkariyê hatine desteserkirin û got: "AKP, dibêje 'Ne ji min be tu nikarî bijî, ne ji min be tu nikarî debara xwe bikî.' Bi vî awayî xianiyê bi awayekî polîtîk bii kar tîne. Biryar hatiye girtin ku alîkariyê li welat tên kirin divê ji hêla Koma Vefayê bên kirin. Ev ji ber polîtîkaya AKP'ê ye. Çendî ku ev hatibe qedexekirin jî lê belê niha Şaredarê Şaredariya Agiriyê Savci Sayanê AKP'î navê kampanyaya HDP'ê 'Kampanyaya Xwiş û Bira' bi kar tîne û bi vî awayî tev digere. Lê belê walîtî qedexeyan daneyne ber, lê li hêla din jî nahêle şaredariya Bazîd, Giyadîn û Panosê di vî warî de tev bigerin. Ev bêhiqûqîtî ye."    MA / Dîndar Karataş