Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin 2020-04-28 09:14:43 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Di vê pêvajoyê de divê tu kes li dijî Îmraliyê bê hestiyar nebe. Divê malbat û parêzerên birêz Ocalan bi şiklekî pê re hevdîtin bikin.”  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê tecrîda li Îmraliyê, qanûna înfazê û îhlalên li girtîgehan nirxandin kir. Ozturk, bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û wiha got: “Li Îmraliyê pergaleke derveyî mirovahiyê ku mînaka wê di cîhanê de tuneyî tê meşandin. Armanca vê pergalê di ser Rêberê Gelê Kurd re peyamekê didin gelê kurd û kesên ku li Tirkiyê demokrasi, wekhevî û jiyana wekhev diparêzin. Birêz Ocalan bi jiyana xwe, bi fikir, raman û pêşniyarên xwe ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye mînak.”   ‘TECRÎDA GIRAN A LI ÎMRALIYÊ BERDEWAM DIKE’   Ozturk, bibîrxist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîda giran a li ser Îmraliyê berdewam dike û wiha axivî: “Herkes dizane ku pirsgirêka herî bingehîn a li Tirkiyê pirsgirêka kurd e. Heta ev neyê çareser kirin jî tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî muhatab birêz Ocalan e. Di vê pêvajoyê de divê tu kes li dijî Îmraliyê bê hestiyar nebe. Divê malbat û parêzerên birêz Ocalan bi şiklekî pê re hevdîtin bikin.”   ‘FERASETA FAŞÎST XWE LI SER ÇETEYAN DIDE JIYANDIN’   Ozturk, berdana girtiyên edlî û berdewama girtiyên siyasî ya bi qanûna înfazê rexne kir û wiha berdewam kir: “Ev feraseta faşist xwe li ser çeteyan dida jiyandin û hej jî berdewam dike. MHP demekî dirêje dixwest ji bo çeteyan efûyekê derbixin lê ji ber bertekên civakî nikarîbûn derbixin. Di vê pêvajoya şewba vîrûsa coronayê (covîd-19) de ji xwe re kirin fersend û derbas kirin. Ev jî ji bo dijiminatiya kurdan û kesên ku demokrasiyê dixwazin mînakeke din e.”   ‘QANÛNA ÎNFAZÊ MÎNAKA FERASETA YEKPERESTIYÊ YE'    Ozturk, Bal kişand ser rewşa girtiyan a li hemberî vîrûsa corona jî û got: "Vîrusa herî mezin dijminatiya kurdan, feraseta yekperest û kapîtalîzm e. Qanûna înfazê mînaka şênber a vê yekê ye. Herkes dizane ku demek dirêje girtiyên siyasî ji hemû mafên xwe mehrûm hatine hiştin. Tirkiyeya ku bi derve re daneyên vîrûsê bi awayekî vekirî parve neke dê ji bo girtiya çawa hesasiyetê nîşan bide. Kesên ku di girtîgehê de mayî ne kujer, hişbir firoş an xwînxwar in. Kesên ku li dijî pergale sekinîne. Kesên ku ji tenduristiya berpirsyar jî civaka Tirkiyê û wicdana wê ye.”   ‘BI VÊ QANÛNÊ EDALET BINPÊKIRIN'   Ozturk, anî ziman ku ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan hatin kirin, wê berdewam bikin û wiha lê zêde kir: “Ev pêvajoyeke, ji ber ku qanûn hat çêkirin nayê wê wateyê ku edalet pêk hatiye. AYM lingekî vê ye lê tenê vebijêrkeke. Aqil û wijdaneke hevpar heye ku neteweyan pêkanî. Tu hêz û desthilatdarî ji hêz û wijdana gelan mezintir nîne.”   ‘PÊWÎSTE HERKES DENGEKÎ HEVPAR DERBIXE’   Ozturk, destnîşan kir ku wek KCD û pêkhateyên xwe li dijî îhlalên mafan dê heta dawiyê têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Plansaziyên me çêkirî di demek nêzîk de me pêk anîn û em ê berdewam jî bikin. Di vê mijarê de ne tenê KCD û pêkhateyên wê pêwîste herkes dengekî hevpar derbixe. Ev yek fikir û bîrdozî çi bibe bile bibe dê bi sekna hevpar a kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im encam bigire.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme