ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-28 09:00:25 * Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Riha, Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletiyê 592 malbat gihane malbatên xwe yên xwişk û bira û bi sedan pakêtên alîkariyê hatin belavkirin.  * Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku di darazê de pêvajoyeke ji dema DGM'ê xirabtir heye û got: "Piraniya dadgeran wekî emirqûlan dixebitin. Fermana tê dayîn pêk tînin û mirovan dixin girtîgehan. Îsyana Mûstafa Koçak rewşeke bi vî rengî bû."    * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Di vê pêvajoyê de divê tu kes li dijî Îmraliyê bê hestiyar nebe. Divê malbat û parêzerên birêz Ocalan bi şiklekî pê re hevdîtin bikin.”    * Qeyûmê Cizîrê li têketina bajêr û hin deverên din tabela bi cih kiribûn, lê belê tenê tabelayên bi tirkî û ingilîzî. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê, ji bo vê rewşê û gotin: "Berdewamiya polîtîkayên 100 salî yên asîmlasiyonê."   * Ava qirêjî ya ji ocaxên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdiyê tê berdan, hema bêje çemê Hêzil û Xebûrê jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku berê ava van çeman vedixwarin lê belê niha nikarin pê erdên xwe jî av bidin.    * Siyasetmedarên jin nerazîbûnên xwe yên ji bo astengkirina xebatên şaredariyên HDP'î yên ji bo malbatên rewşa wan a aborî nebaş e anîn ziman ku bi van qedexeyan gel tên qedexekirin.    * * Seroka Sendîkaya Xebatkarên Navmalan Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku piraniya kesên karên navmalan dikin jî bêtemşnat tên xebitandin û got, di pêvajoya şewbê de xebateke hê erzantir li wan tê ferzkirin.    * Yek jê ji stuyê xwe berjêr felcî ye, yek jê li gor rapora ATK'ê ji sedî 98 astengdar e û yek jê jî hem destek wî tuneye hem jî bi weremê ketiye. Her sê jî di heman qawîşê de ne û bi hinceta "dibe ku birevin" nayên berdan.