Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900 2020-04-27 20:20:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ji ber Covîd-9'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya dawî ya der barê daneyên vîrûsa coronayê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kir. Li gor tabliya Koca, di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û îro di 2 hezar û 131 kesî de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.    Bi van daneyên dawî yên Kocaa, hejmara kesên heya niha ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900 û hejmara kesên vîrûss di wan de tespît bûye jî bûye 112 hezar û 261.