Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye 2020-04-27 18:29:36   MEXMÛR - Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got: “Bi taybet şert û mercên girava Îmraliyê ji bo nexweşiyek wiha qet ne destayî ye, divê bi lez tedbîrên pêwîst bên girtin." Komîteyê zagona înfazê jî rexne kir û got: "Zagona înfazê zagona komkujiya girtiyên kurdan e."    Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber deriyê nexweşxaneya wargehê der barê fikarên li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Tenduristiyê Dîmen Bîlen daxuyanî xwend. Bîlen, diyar ku vîna bi milyonan mirov xistina tecrîdê, bêrêziya herî mezin a li beramberî maf û vîna gelan e û got: “Di sedsala 21’an de hêzên desthilatdar şerê cîhanê yê sêyemîn bi komên çete û vîrusan didin meşandin. Ji sala 2003’yan heta roja me ya îro bi vî awayî berdewam dikin, hewl didin bi qasî ku di sektora çekan de qezencan bi dest dixin, di sektora dermanan de jî bi dest bixin.”    'DEMA MIJAR DIBE KURD Û OCALAN SÛD JI ZAGONAN NAYÊN GIRTIN'   Bîlen bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivî: “Dema mijar dibe gelê Kurd û Rêber Apo ji zagon û derfetan sûd nayê wergirtin. Ev sê meh e mirovahî li beramberî vîrusa Korona berxwedaneke bêeman a jiyanê dide meşandin. Di demek wiha de ku vîrusek bûye bela serê mirovahiyê, rojane bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, mirovahî di nava bêçaretiyê de digevize, hikûmetên heyî ji bo hêsankirina jiyana welatiyên xwe di nava hewldanan de ne. Lê dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji hêsankarî û zagonên tên derxistin, derfetên tên pêşkêşkirin qet sûd nayê wergirtin.”   ‘QANÛNA KOMKUJIYA GIRTIYÊN KURD IN'     Bîlan destnîşan kir ku ew weke Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî 10 meh e di bin dorpêçê de ne û ev xisûs diyar kir: “Ji aliyê hêzên  dewleta faşîst a Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve êrîş li ser tên pêkanîn û niha jî ji ber vîrusa Korona derfetên derman û debara rojane di asta tinebûnê de ne, weke Komîteya Tenduristiyê em bi derfetên herî kêm hewl didin ku 12 hezar mirovan ji vê  vîrusê biparêzin. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qaşo qanûna înfaza ceza derxistin, lê bi hezaran girtiyên nexweş, zarok û dayîkên wan ji ber Kurd in û bi taybet Rêber Apo ji vê bêpar hatin hiştin. Heta tecrîda li Îmralî hîn zêdetir hate şidandin. Ev ne qanûna înfaza ceza ye, qanûna komkujiya girtiyên Kurd in. Li gelek deverên cîhanê şerên heyî hatin rawestandin, agirbest hat ragihandin, lê li Kurdistanê li ser me Kurdan her roj êrîş û operasyonên nû tên pêkanîn, komkujî rû didin, ji zîndanan cenaze derdikevin. Dagirkerên Kurdistanê her roj xwezaya Kurdistanê bombebaran dikin. Dema em li van hemûyan temaşe dikin dibînin ku ji çar aliyan ve êrîşek li ser hebûn û vîna gelê Kurd heye. Bi taybet polîtîkaya guhertina demografya Kurdistanê bêyî tiştek ji leza xwe kêm bike di dewrê de ye. Ev êrîş bi taybet li ser pergala konfederalîzma demokratîk e.”   BANG    Dîman Bîlen di dawiyê de jî ev bang kir, “Ji qanûnên gerdûnî û ji derfetên tenduristiyê sûd wergirtin mafê her mirovekî li ser rûyê cîhanê ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtî hene, weke Komîteya Tenduristiya Wargeha Mexmûr ji ber vîrusa Korona em ji rewş û tenduristiya Rêber Apo û hemû girtiyên zîndanan bi guman in. Bi taybet şert û mercên girava Îmraliyê ji bo nexweşiyek wiha qet ne destayî ye û divê tedbîrên pêwîst bi awayekî lezgîn werin girtin. Di vê mijarê de dadgeha mafê mirovan û bi taybet jî CPT pêwîst e, li erk û berpirsiyartiyên xwe xwedî derkeve û bijîşkan bişîne Girava Îmraliyê. Banga me ji gelê Kurd, dostên gelê Kurd, aliyên demokratîk û xwedî wijdan, CPT û saziya tenduristiyê ya cîhanê re ye ku li ser rewşa tenduristiya girtiyan û taybet jî ya Rêber Apo bisekinin.”