Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî 2020-04-27 17:17:54 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.    Buroya Hiqûqê daxuyanî da û wiha got: "Malbatên muwekilê me yê li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş îro (27.04.2020) li cihên xwe bi rêya dozgeran bi muwekilên me re bi telefonê hevdîtin kirine."