Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne! 2020-04-27 15:21:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Stêrk TV diyar kir ku di 1’ê Gulanê de ji bo weşaneke deng û dîmenên wê baştir, Stêrk TV jî satalayta xwe diguherîne.    Rêveberiya Stêrk Tv, têkildarî guhertina satalayta xwe de daxuyaniyek da û diyar kir ku di 1'ê Gulanê de ji bo weşanek baştir dê satalaytê biguherînin. Rêveberiyê anî ziman ku di vê serdema teknîk û teknolojiyê de her roj guhertinên ber bi pêşketinê ve çêdibin û wiha got: "Di warê deng û dîmen de qalîte bi van pêşketinan re zêde dibe. Ji bo weşaneke deng û dîmenên wê baştir, Stêrk TV jî satalayta xwe diguherîne.    Ji bo kalîteya deng û dîmenên Stêrk TV’ye baştir bibe, ji 1'ê Gulanê û şûnde wê di weşana peykê ya Stêrkê de guhertinek çêbe.     JI 1'Ê GULANÊ Û ŞÛNDE DÊ LI SER DVB-S2 WEŞANÊ BIKE   Rêberiyê da zanîn ku Stêrk TV heta niha li ser DVB-S bû û got: "Wê ji roja 1'ê Gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike.    Ji bo vê guhertinê hûn jî bikaribin bi hêsanî bikin lazim e hûn di kumandaya televîzyona xwe de di menûya satalayta xwe de hindek guhertinan bikin. Destpêkê bi kumandayê bikevin; menuya televîzyona xwe û bikevin beşa satalaytê. Bi awayekî manuel bên ser eyarên Stêrk TV’ê. Piştre di heman rûpelê de bêyî ku hûn bi agahiyên wê bilîzin, bi tenê eyara DVB-S biguherînin û bikin DVB-S2. Piştî ku we ev yek kir eyarê qeyd bikin. Piştî ku we ev gav hemû bi cih anîn hûnê bikaribin televîzyona xwe ango Stêrkê bi deng û dîmenên baştir temaşe bikin. "