Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin 2020-04-27 13:24:51 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, ji bo Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gôkçek ê 315 rojin di rojiya mirinê de ye bijî, daxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan. Koçyigît, ji Komîsyona Mafên Mirovan xwest bi lez înîsitayifê bigire dest û gavên pêwist bavêjin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, ji bo Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gôkçek ê 315 rojin di rojiya mirinê de ye bijî, daxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan. Koçyigît, ji Komîsyona Mafên Mirovan xwest bi lez înîsitayifê bigire dest û gavên pêwist bavêjin.    Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku endamên Grup Yorum Hêlîn Bolek û Îbrahim Gokçek, ji bo konserên wan neyên qedexekirin û êrîşên li ser Navenda Çanda Îdilê bi dawî bibin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Gulistan Kiliç, anî ziman ku hunermendên Grup Yorum Hêlîn Bolek û Îbrahim Gokçek ji bo stranên xwe azad bêjin û tundiya dewletê ji ser wan rabe bedena xwe dan ber mirinê û Hêlîn Bolek di roja 288'an de jiyana xwe ji dest da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek jî çalakiya xwe ya rojiya mirinê di roja 315'an de berdewam dtike û dîsa Mustafa Koçak ê 28 salî ji bo darizandina bi edalet di roja 24'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Koçyigît, destnîşan kir ku li gel bang û nerazîbûnên rêxistinên civakî û demokratîk, hikûmetê tu gavên erênî neavêt. Koçyîgît, xwest ji bo Îbrahim Gokçek bijî Komîsyona Mafên Mirovan dengê rêxistinên civakî bibhîze û bi lez rol û misyona xwe pêk bîne û wiha got: "Ji bo Gokçek bijî ez dixwazim hûn bi lez însiyatifê bigirin û gavên pêwist bavêjin.