TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin 2020-04-27 12:32:58   ENQERE – TTB’ê êrîşa li Trabzonê ya li dijî Dr. Esra Ersoz Genç şemezar kir û ev tişt got: “Heke ji devê rayedarên herî paye bilind helwest neyê nîşandan wê li vî welatî bijîjkî nikare bê kirin û xizmeta tenduristiyê bê dayîn.”   Li Nexweşxaneya Farabî ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadanîzê ya Trabzonê, nexweşekî pençeşêrê ku bi vîrûsa koronayê ketibû, jiyana xwe ji dest da. Xizmên vî nexweşî êrîşî Dr. Esra Ersoz Genç kiribûn. Êrîşkaran bi tûpê oksîjenê berî Dr. Genç dabûn û bi awayekî komî ketibûn herêma ku bijîjk û xebatkarên tenduristiyê jî bi kontrol dikevinê û xesar dabûn cam û amûrên tipî.   CEZAKIRINA ÊRÎŞKAR HAT XWESTIN   Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşa li dijî Genç şermezar kir. Konseyê, di daxuyaniya xwe de xwest ku tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê ji rojevê bê derxistin û ev hişyarî da: “Heke ji devê rayedarên herî paye bilind helwest neyê nîşandan wê li vî welatî bijîjkî nikare bê kirin û xizmeta tenduristiyê bê dayîn. Divê ku êrîşkar bên cezakirin.”