Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin 2020-04-27 09:09:42 STENBOL – Dîroknas Namik Kemal Dînç, guhertina demografiyayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke rojanekirina polîtîkaya kembera erebî şîrove kir û got ku yekitiya neteweyî ya navbera kurdan dikare ev polîtîka bê berterafkirin.  Polîtîkayên guhertina demografiyayê ya li herêma kurdan ku dema Osmaniya ketine dewrê û piştî îlankirina Komara Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk berdewamkirin, ji aliyê desthilata AKP’ê ve bi awayekî lez tê domandin. Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku piştî sala 2011’an kurdan lê gelek destkeftî bi dest xistin, niha di hedefa vê polîtîkayê de ye. Bi operasyonên leşkerî li Efrîn, Grê Spî, Serêkanîyê û herêma Şehbayê nifûsa kurdan gelek hat kêmkirin.    GUNDÊN KURDAN VALA KIRIN   Li gorî daneyên raporeke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, piştî ku Efrîn ketiye bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîleter ên girêdayî wê nîfûsa kurdan ji sedî 98’an daketiye ji sedî 34.8’an. Li gorî heman raporê nîfûsa ereban a li bajar derketiye ji sedî 65.20’an. Heman rewş piştî operasyonên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Cerablûs, Ezaz û El Babê jî çêbû. Piştî operasyonan 196 gundên kurdan hatin valakirin û nifûsa kurdan a ji sedî 40’î sirgûnî herêmên cuda hat kirin. Ji Heleb, Dêra Zor, Idlibê  û ji deverên cûda hin qirgiz, ûygûr û malbatên OSO’yê li gundên kurdan hatin bicihkirin.     MIROVÊN CUDA SEWQÎ GRÊ SPÎ KIRIN   Herî dawî jî beriya çend rojan bi 151 wesayîtan mirovên cuda ji Cerablûsê sewqî Gre Spî kirin. Di sala 2015’an de heman rewş li Erzîngan û Bedlîsê jî çêbûbû. Piştî serdana Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan a Ûkraynayê, 677 malbatên tirkên ahiskayê li Erzîngan û Bedlîsê hatibûn bicihkirin. Ji van malbatan 605 jê li Erzîngan û 72 jê jî li Bedlîsê hatibûn bicihkirin.   ERZÎNGAN Û BEDLÎSÊ HEDEF IN   Dîroknas Namik Kemal Dînç ku bi lêkolînên xwe yên dîroka kurdan tê nasîn, vê polîtîkayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Dînç, diyar kir ku di sala 2006’an de bi nûkirina qanûnekî mêjiyê meskenyarbûn û koçbariyê careke din ketiye dewrê û wiha got: “Di sala 2015’an de polîtîkayên koçbarî guhertina demografiyayê ketin dewrê û weke hedef jî Erzgîngan û Bedlîsê hatin hilbijartin. Tirkên ahiskî li her du bajaran hatin bicihkirin. Armanca vê polîtîkayê, li herêmên hundir avakirina giravên tirk e.”    KEMBERA DUALÎ   Dînç, destnîşan kir ku Tirkiye bi guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya kembera erebî ya sala 1960’an a Sûriyeyê rojane kiriye û ev tişt got: “Ji aliyekî ji aiye sînorê Rojava ve ji aliyekî ve jî ji aliyê ser sînor ve siyaseta kembera erebî dike dewrê. Koçberên Sûriyeyê li xeta Mereş û Rihayê bi cih dike û hewl dide nîfusa kurdan a li van deveran kêm bike. Bi vê yekê kurdan koçî rojava Tirkiyeyê dike û wan ji axa wan dûr dixe. Tirkiye li herêmê polîtîkayên tirkîtî, osmanîtî û îslamitiyê bi hev re dimeşîne.”   SÛCÊ MIROVAHIYÊ   Di berdewama nirxandinên xwe de Dînç, destnîşan kir ku Tirkiye bi guhertina demografiye sûcê mirovahiyê dike û ev tişt anî ziman: “Pêkanînên mîna koçbarî û guhertina demografiyayê ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê weke sûcê mîrovahiyê hatine qebûlkirin, îro li ber çavê Cîhane bi destê Tirkiyeyê tên kirin. Bi pêkanîna guhertina demografiyayê “tovê pirsgirêkên micid” tê çandin. Bi vê pevçûnên nû tên armanckirin. Le ev ne çareserî ye. Heke hêzên navneteweyî tevlî vê yekê bibin û bi awayekî adîlane nêzî çareseriyê bibin, dê çareserî pêk bê. Lê direwşeke berovajî de dibe ku di navbera civakan de pevçûn derkevin.”   DIVÊ KURD ÇI BIKIN?   Dînç, di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser tiştên ku divê kurd bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li dijî van hemû lîstikan divê kurd yekitiya xwe pêk bînin û hêza xwe zêde bikin. Di rewşeke wiha de dê kurd karibin destkeftiyen xwe biparezin û xwe bigihînin encameke serkeftî. Bi pêkanîna yekitiya neteweyî kurd dikarin van polîtîkayên li dijî xwe berteraf bikin. Ji bo ku kurd bibin xwedî statu divê bibin xwedî hêz.”    MA / Îdrîs Sayilgan - Nacî Kaya