MED-DER dest bi dersên onlinê dike 2020-04-27 09:07:20 AMED - Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen diyar kir ku îro dest bi xebatên hindekariya ziman a li ser onlinê dikin û got: “Kerem bikin werin em bi hev re fêrî zimanê xwe ango hebûna xwe bibin.” Ji ber şewba vîrusa koronayê ya li cîhanê belavbûyî  gelek sazî û dezgehan navber dabûn karên xwe. Yek ji wan jî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) e. Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen derbarê destpêkirina dersên online yên komeleya xwe diyar kir ku îro dest pê dikin û wiha got: “Kursên me yên hîndariya zimanê Kurdî dê ji asta destpêkê heta asta sêyemîn hem kurmancî hem kirmançkî hebe. An ku asta destpêk, a yekemin, a duyemîn û a sêyemîn.”   ‘KURS JI HERKESÊ RE VEKİRÎ NE’   Esen, da zanîn ku kesên ku bixwazin tevlî kursên wan yên hîndekariya ziman ya li ser onlînê bibin bi rêya hesabên wan ên e mail, twîtter, youtube û bi telefonê dikarin xwe bigihînin wan û wiha axivî: “Xwendekar dê li ser hesabên me yên e maile formên serlêdanê li gora asta xwe tijî bikin û ji me re bişînin. Dê bi vî awayî ji bo kursê were tomarkirin.” Esen, dest nîşan kir ku bi rêya bernameya zoomê dê kurs werin dayîn û wiha berdewam kir: “Kesên ku bixwazê tevlî kursên me bibê divê bernameya zoomê daxîne telefon an jî kompîtura xwe. Kursên me ji bo hemû kesên ku xema zimanê xwe dike ye, ango ji her kesî re vekiriye. Bi taybetî jî ji bo kesên ku dibêjin em dixwazin zimanê dayîka xwe fêr bibin lê em dûrî sazî û dezgehên ziman in û derfetên ku em biçin hîn bibin tuneye re ev bangewaziya me. Kerem bikin werin em bi hev re fêrî zimanê xwe ango hebûna xwe bibin.”   ‘LI GORÎ ASTA ZANEBÛNÊ WÊ POLÊN NÛ VEBIN’   Esen, anî ziman ku niha polên wan yên ku li ser onlineyê kursê didin wan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo serlêdanên nû û li gorî asta wan a zanebûna ziman dê polên nû vebibin, hejmara mamoste û polan dê li gora serlêdanan biguhere. Kursên me hem ji bo xwendekarên me ên ku berdewam dikirin û hem jî ji bo kesên bixwazin vekirî ne.” Esen, anî ziman ku beriya ku şewba vîrûsa coronayê (covîd-19) derkeve plansaziyeke wan ji bo waneyên onlinê hebûn û wiha lê zêde kir: “Me amadehiya kanaleke youtube dikir ku em vebikin. Dê me li ser vê kanalê di hemû astên hîndariya zimên de bi awayek profesyonel waneyên ziman bidana.”   JI BO ZIMAN SEFERBERIYÊ DIDIN DEST PÊ KIRIN   Esen, diyar kir ku di vê nexweşiya ku hemû kes di hindurê malan de girtî mane bi zivirînin aliyê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bangewaziyê li hemû kal û pîr, dê û bav, keç û xort û zarokên civaka kurd dikin, werin em bi hev re seferberiya zimanê xwe bidin destpêkirin û bêxin meriyetê. Em vê rewşê ji bo pêşketin û parastina zimanê xwe bizivirînin û derfet ji bo pêşîvekirina zimanê xwe ava bikin. Kesên ku bi rêk û pêk tevlî kursan bibin û heta dawiyê berdewam bikin, em ê belgeya serkeftinê bidin wan.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme