HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê 2020-04-26 14:07:15   ENQERE - HDP’ê, diyar kir ku ji ber ku hişyariyên wan li ber çavan nehatin girtin karkerekê din jî jiyana xwe ji dest da û got: “Karesat li ber deriye, divê bi lezgînê navber ji bo hilberîna di sektore de bê dayîn.”   Alîkara Hevseroka Berpirsiyara Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose, derbarê Ugur Kartal ê di fabrîqeya pêlavan a li Dîlokê dixebitî û ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Kose, di daxuyaniya da de wiha got: “Desthilatdariyê hişyariyên me li ber çavan negirtin. Ji ber vê duh karkerekê din jiyana xwe ji dest da. Hevalekê me yê karker ê di fabrîqeya pêlavan a Akinalbella ya li Dîlokê de dixebitî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Li dijî vîrûsê li her derî bergirî tên girtin. Lê ev bergirî ji bo karkeran ne derbasdarin. Bi taybetî li Tirkiyeyê rewş wihaye. Desthilatdariya AKP’ê ya ku berî her tiştî aboriya xwe difikire, karkeran dide xebitandin. Di sektorên fabrîqeyan de berê jî bûyerên vîrûsê hatin dîtin. Lê li gel vê yekê jî xebata di fabrîqeyan de dewam dike. Bi taybetî em ev bir Meclîsê. Lê ligel vê jî xebata di fabrîqeyê de dewam dike. Ji bo ku mirov pêlavan çêbikin, ji jiyana xwe dibin. Di encama ferzkirina xebatê de, duh li fabrîqeya Akinalbella ya pêlavan karkerê 27 salî Ugur Kartal jiyana xwe ji dest da.”   HDP’ê ji malbat Kartal û cîna karkeran re sersaxî xwest û banga navber dayîna hilberî kir.