4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin 2020-04-26 12:37:07   MEXMÛR - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 4 roj in balafirên keşfê bê navber li ser asîmanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin.   Balafirên keşfê yên bê mirov 4 roj in ku li ser asîmanên Mexmûrê bê navber digerin. Ev yek di nava şêniyên wargehê de bûye cihê fikarê. Ç agahiyên herêmî, anîn ziman ku balafirên keşfê yên Tirkiyeyê bê navber li ser heremê digerin.  Di 15’ê Nîsanê de jî balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek sê jinên şêniyên wargehê ku ji bêriyê divegeriyan kiribûn armanc û her sê jinên sivîl qetilkiribû. Bi destpêkirina aloziya li Zînî Wertê jî tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêma hawîrdora Mexmûrê, balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov pir zêde bûye.