Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin 2020-04-26 09:01:55   ENQERE - Di biryara beraatê ya der barê bersûcê Komkujiya 5'ê Hezîranê Bûrhan Gok de hat derpêşkirin ku "delîl nehatine bidestxistin". Parêzerê dozê Kazim Bayraktar got: "Wekî ku me der barê Bûrhan Gok de qet delîl nîşan nedabin, berpêş nekiribin biryarek hatiye nivîsandin."    Di 7'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê, DAIŞ'ê di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de êrîşeke bombeyî pêk anîbû. Kiryarên êrîşa bombeyî Orhan Gonder, Îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Kilinç û Bûrhan Gok ê DAIŞ'î ji ber vê êrîşê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Enqereyê dihatin darizandin. Dadgehê biryara xwe ya der barê kiryarên êrîşê de aşkere kir.    CIH NEDANE GELEK BELGEYAN    Heyeta dadgehê di biryara xwe ya 116 rûpelî de, cih daye îfadeyên bersûcan ên li emniyetê, îfadeyên wan ên li dozgerî û dadgehê. Lê belê di biryarê de raporên HTS û stasyonên bazê, mînakên peymanên kirêkirina wesayît û xanyan, rapora lêkolînê ya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, biryara destdayînê ya Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 3'ya a Dîlokê, girtekên lêkolîn û tespîtkirina dîmenan, girtekên nirxandin û tespîtkirinê, raporên pisporan, rapora lêkolînkirinê ya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Sîberî ya Dîlokê, meqbûzên amûrên emanetî, raporên pêzaniyê, lêkolînkirina telefonan û materyalên din, beyan û teşxîsên şahidên poşman bûne, raporên lêkolînkirina dîmenan, qeydên HTS'ê.    Di biryarê de îfade û delîlên der barê Orhan Gonder, Mûstafa Kilinç û Îsmaîl Korkmaz esas hatine girtin û hatiye gotin, daxilî nav rêxistina terorî ya çekdarî bûne, sûcên kuştina bi qesdî kirine.    Lê belê ji bo bersûc Bûrhan Gokê ku piştî komkujiyê tevî Mûstafa Kilinç hatiye girtin, şahidan ew teşxîs kiriye û bi telefonê bi Îlhamî Bali re axiviye jî hatiye gotin, delîl bi dest neketine ku tev li rêxistina terorî ya çekdarî DAIŞ'ê bûye û ji ber vê biryara beraatê hatiye dayîn.                                                                                                                                                                                                                    Parêzerê dosyeyê Kazim Bayraktar, anî ziman ku piştî vê biryarê ew ê serî li îstinafê bidin û got, di dema biryargirtinê de darizandineke adil nehatiye kirin.    Bayraktar, destnîşan kir ku di biryara dawî ya heyeta dadgehê de delîl û belgeyên dema darizandinê cih negirtine û got: "Wekî ku me der barê Bûrhan Gok de qet delîl nîşan nedabin, berpêş nekiribin biryarek hatiye nivîsandin. Bûrhan Gok û Mûstafa Kilinç, pev re ji bo Gonder xanî kirê kirine. Kontrata kirê û îmze heye. Xwediyê xanî diyar e û Gonder jî di wî xaniyî de hat zevtkirin. Ev mal tevî Bûrhan Gok hatiye girtin. Gok, hat teşxîskirin. Her wiha piştî komkujiyê bi du hefteyan Bûrhan Gok û Mûstafa Kilinç jî di nav de 5 kes hatin zevtkirin. Hindik be jî axaftina wî ya bi Îlhamî Bali re, axaftina bi telefonê, hatiye tespîtkirin. Tew Gok, hem hat berdan bi serde jî biryara beraatê ji bo wî hat dayîn. Di tarîtiyê de hat hiştin û em nizanin wê dawî ber bi ku ve biçe."    DARIZANDINA ADIL HAT ASTENGKIRIN    Bayraktar, destnîşan kir ku bi biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê ku di dema lêpirsînê de ji bo dosyeyê hatibû girtin xwegihandina dosyeyê hatibû astengkirin û got, wan encamên vê astengkirinê jî di dema darizandinê de dîtine. Bayraktar, got: "Lê encam derket holê. Heger me xwe bigahnda dosyeyê, berî ku hin delîl di dema lêpirsînê de bên windakirin me yê xwe bigahanda wan. Mesela 5 kesên ji bo tetikêş Orhan Gonder mal kirêkiribûn, wesayît tedarik kiribûn piştî komujiyê bi hefteyekê an jî du hefteyan li parkekê tên zevtkirin, lê belê di dema lêpirsîna amadekariyî de telefonên van kesan û qeydên wan ên HTS'ê nehatine lêkolînkirin. Ji bo kujer mal, wesayît tên tidarikirin û pêwednî pê re tên danîn. Ên van tiştan dikin tên zevtkirin lê qeydên wan ên berê nayên lêkolînkirin. Li mal û otelên lê mane lêkolîn nehatine kirin. Aha wê çaxê darizandineke adil hat astengkirin."    XALÊN TARÎ NEHATIN RONÎKIRIN    Bayraktar, bibîr xist ku Komkujiya 5'ê Hezîranê komkujiya yekemîn a li Tirkiyeyê ye û got, heger lêpirsîneke çalak bihata kirin wê pêşî li komkujiyên din jî bihata girtin. Bayraktar, got: "Di dema darizandinê de me daxwaz kir ku têkiliya Îlhan Bali ya bi dosyeyên din re bê aşkerekirin lê belê dadgehê ev yek red kirin. Lê belê gava di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de ev tişt bi dest me ketin, em ev tişt dîtin. Beriya komkujiyan têkiliya Bali ya bi MÎT'ê re derketibû holê. A rast bi delîlên Komkujiya Amedê delîlên pergala DAIŞ'ê ya li Dîlokê derketin holê. Heger ew delîl di dema lêpirsîna amadekiirinê de berî Komkujiya Pirsûsê esas bihatana girtin, wê pêşî li komkujiyê bihata girtin. Xaline wis atarî hene ku çendî me ev xal tespît kirin jî dadgehan xwe neda ber vê û xwe ji berpirsiyarî dûr xistin."    Bayraktar, destnîşan kir ku gava li liv û tevger û nexşerêya tetikêşên doza Enqere, Pirsûs û 5'ê Hezîranê mêze dikin xala hevpar ew e ku dikaribûn bên astengkirin lê belê kontrolên biçûk jî nehatine kirin û rê li ber wan hatiye vekirin.    MA / Berîvan Altan