Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin 2020-04-25 17:02:30   QAMIŞLO - Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di çend rojên pêş de dê encamên erênî aşkera bibin û got: "Piştî civîna bi şandeya herêma Firatê re ya bi armanca însiyatîfa yekitiya kurdî hatiye lidarxistin, bi dawî bibe dê encam aşkere bibin."    Şandeyeke ji Herêma Firatê serdana navenda Fermandariya Giştî ya QSD`ê ya li Qamişloyê kir û piştevaniya xwe ji însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî ya yekitiya Kurdan re anî ziman. Şande ji aliyê Mazlûm Abdî,  berdevkê YPG’Ê Nûrî Mehmûd û gerînendeyê Buroya Çapemeniyê ya QSD`ê Mistefa Balî ve hate pêşwazîkirin. Piştî civîn bi dawî bû, Mazlûm Ebdî ji dezgehên çapemeniyê re wiha axivî: "Ji aliyê yekrêziya kurdî ve geşedanên nû hene, tevahiya aliyên siyasî xwedan nêrînên erênî bûn, ji wan aliyan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS ne, li ser vî esasî dê di nava çend rojên pêş de dê encamên erênî aşkera bibin."   Ebdî bang li hemû saziyên sivîl, partî û hêzên siyasî yên li Rojava kir ku piştevaniya xwe ji însiyatîfa yekitiya kurdî re nîşan bidin û bi hev re ji bo yekitiya Kurdan tev bigerin.   ‘YEKITÎ RÊYA ÇARESERIYÊ YE’   Endamê şandeyê Dr. Bextiyar Husên jî têkildarî naveroka hevdîtinê got ev însiyatîf bûye însiyatîfeke gel û rewşenbîr, akademîsyen û saziyên civaka sivîl jî tev li kar û xebata yekitiya kurdî bûne. Bextiyar Husên destnîşan kir ku di vê demê de girîngiyeke lezgîn bi yekitiya kurdî heye.Husên bang li aliyên siyasî yên li Rojava kir ku ji bo yekitiya Kurdan xebatê bikin. Dr. Bextiyar Husên got ew ê ji bo yekitiya kurdî bi PYD û ENKS`ê re bicivin, her wiha bi hêvî ne ku ew ê piştgiriya parêzer û rewşenbîrên Kobanê bi ser bikeve. Têkildarî girîngiya yekitiya Kurdan Bextiyar Husên wiha anî ziman: "Heke em hinekî li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku 3 însiyatîf û hevpeymên di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser a Demoratîk de hene, ew jî Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihok e lê mixabin tu encamên berbiçav bi xwe re neanîn, lê niha rewş cuda ye, êdî dem dema biryareke kurdî ye, ji ber ku bêyî yekitiyê dê tu armanc mîsoger nebin."   Tê payîn ku sibe şande bi ENKS û PYD`ê re bicive.