Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin 2020-04-25 16:47:26   STENBOL - Endamên Grup Yorum, ji bo Îbrahîm Gokçek ê 313 rojin di rojiya mirinê de li ber xwe dide, bang kirin û gotin: “Werin em dest bidin hev û Îbrahim bidin jiyandin. Bila tu kes di bin şerma nejiyandina wî de ne eciqin."    Piştî Endama Grup Yorum Helîn Bolek di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Mustafa Koçak jî di şeva 23'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek a rojiya mirine didome. Endamên Grup Yorum li Mala Berxwedanê ya Sariyerê daxuyanî dan û bang kirin ku her kes li çalakî û têkoşîna Îbrahîm Gokçek derkevin. Di çalakiya mala Berxwedanê de Îbrahim Gokçek û bavê wî Ahmet Gokçek jî amade bûn. Endamê Grup Yorumê Bahar Kurt daxuyanî da û got: "Piştî Helîn Bolek niha jî Mustafa Koçak jiyana xwe ji dest da. Niha jî Îbrahim Gokçek  û parêzerên endamên komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hêj di rojiya mirinê dene. Îbrahim Gokçek 313 rojin di rojiya mirinê deye. Dema ku dema em dijîn dengê me nabihîzin, piştî em dimirin nûçeyên me çêdikin. Em naxwazin nûçeyê mirina ku kesan çêkin. Ji bo em bidin jiyandin çi hewçe be em dixwazin ew bê kirin.    'EDALETA DAXWAZA GELAN E   Kurt pirsa “Gelo tenê em rastî bê edaletiyê tên? Gelo em tenê birçiyên edaletê ne?" pirsî û wiha got: “Zarokek birçî êrîşî pêsîrê dayika xwe dike. Em jî ji bo têrbûna edaletê dikevin rojiya mirinê. Zarok bê şîr bimîne dê  bimire. Mirovên bê edalet bimîne jî dê bimirin. Edalet îro daxwaza hemû gelê Tirkiyeyê ye. Gelo hûn dê heta kengî bêdeng bin. Hunermendekî gelê xwe yê dikeve axê, zarokekî gel ê dibêje "Ez rûmeta xwe bernadim" dê bibin şitlên nefesa gelan. Hûn dê di kîder vê dîrokê de cih bigirin. Tu maf bi hêsani nayê qezençkirin. Yên pir ji jiyanê hez dikin mirin jî hebe bedela wê didin. Helîn; got 'Ezê bifirim' û çend saet şûnde şehît bû. Mustafa; got ‘Nikarim nefes bistînim' pir dema min tune' û şehît bû. Dema Îbrahîm jî zêde tune ye. Divê hûn êdî guh bidin dengê wan. Hûn dê di refê kê de cih bigirin. Hûn dê çawa bên bibîr anîn? Werin em dest bidin hev û Îbrahim bidin jiyandin. Bila tu kes di bin şerma nejiyandina wî de ne eciqin."    BAV: EM DIXWAZIN ÎBRAHÎM BIDIN JIYANDIN   Bav Ahmet Gokçek jî anî ziman ku ew dixwazin kurê xwe Îbrahim Gokçek bidin jiyandin û got: "Ez li cem kurê xwe û hevalên wî yên ji bo edaletê têdikşin cih digirim. Em edaletê dixwazin. Edalet ji bo mirovan wekî avê pêwist e. Îbrahîm tu carî nefikirî ku bimire. Ne ji bo mirinê dest bi rojiya mirinê kir. Dixwaze daxwazên wî pêk bên."