Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne 2020-04-25 12:17:36   WAN – Rejîma Îranê bi darvekirina kurd û muxalîfan didomîne. Rejîmê di 13 rojên dawî de 6 kesan bi darve kir. Her wiha biryara darvekirina 5 girtiyên kurd ên li Girtîgeha Sînê hat dayîn.   Dinya li dijî şewba vîrûsa koronayê (Covid-19) têdikoşe. Rejîma Îranê û welatên rejîmên otoriter bi kurd û muxalîfan re têdikoşin. Rejîma Îranê di 13 rojên dawî de 6 kesên din bi darve kir. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragihandiye rejîma Îranê lez daye bi darvekirina girtiyên kurd.   Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûya Navnetewî ku çend roj berê belav kiribû; di sala 2019’an de li 20 welatan 657 cezayên darvekirinê hatine sepandin. Di serê van welatên cezayê darvekirinê disepîne Îran tê. Rejîma Îranê par 251 kesan bi darve kir.   Hengaw diyar dike ku di lîsteya darvekirinê ya rejîma Îranê de gelek girtiyên kurd ên polîtîk cih digirin û banga hestiyariyê li hemû aliyan kir.   DERBARÊ 5 GIRTIYÊN KURD DE BIRYARA DARVEKIRINÊ   Hat zanîn ku rejîma Îranê derbarê 5 girtiyên kurd ên li Girtîgeha Bajarê Sînê biryara darvekirinê girtiye. Navê 5 girtiyên ji kurd ên ji bajarên Kirmanşahê wiha ne: Lokman Ehmedpur, Ramyar Muslum, Wahît Feyzî, Saîd Mehmedpur, Adnan Mîrekî.   Roja pêncşemê girtiyê kurd yê bi navê Sîna Muhamedî li Girtîgeha Senendej bi darve kirin. Piştî malbat û xizmên Muhamedî agahiya darvekirinê bihîstin li ber Girtîgeha Senendej kom bûn û bertek nîşanî darvekirinê dan. Roja çarşemê jî li heman girtîgehê girtiyê kurd Loqman Ahamadpour (30) ê ji Banehê hatibû darvekirin.   Girtiyê siyasî Abdulbaset Dahanî yê Balochî ku li Girtîgeha Zahedanê bû roja pêncşemê hat darvekirin. Dahanî bi îdiaya ku li dijî ewlehiya netewî derketiye hatiye darvekirin.   Her wiha rejîma Îranê di 11’ê nîsanê de jî girtî Mustafa Salîm ê PDK-Î ku li girtîgeha Saqizê bû bi darve kir. Hatibû gotin ku Salîm ji girtîgehê fîrar kiriye û piştî li ser sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye radestkirin hatiye darvekirin.   Girtiyê bi navê Shahram Bayegan jî piştî şewba koronayê ji Girtîgeha Tebrîzê fîrar kiribû. Bayegan dîsa hat girtin û gardiyanan îşkence lê kir û lingê wî şikandine. Rejîmê di serê sibeha pêncşemê Bayegan bi darve kir û bedena wî ya bêruh da malbata wî.   Serê sibeha çarşemê jî girtiyê bi navê Eslamabad-e-Gharb ku bi nasnameya xwe Touraj Morad Haselî dihat nasîn û ku li girtîgeha Kirmanşahê ragirtîbû hat bi darvekirin.