Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be 2020-04-25 11:41:48 WAN - Ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyê nexweş Ayhan Yilmaz, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku dibe ev hevdîtina wan a dawî be û wiha got: “Şert û merc pir xerab in. Îmkanên dermankirinê pir kêm in. Dibe ku em ji ber Covît-19 bi nexweşiyên kronik jiyana xwe ji dest bidin."    Ayhan Yilmaz ê zêdeyî 2 salin li Girtîgehae Tîpa T a Wanê girtî ye, bi rêya telefonê bal kişand ser rewşa xwe û girtiyên din  ên nexweş. Yilmaz, bi rêya telefonê bi bavê xwe Îbrahîm Yilmaz re axivî. Bav Îbrahîm Yilmaz, anî ziman ku serê sibê bi kurê xwe re axivî û wiha got: "Kurê min nexweşê astimê ye û nikare nefesê bistîne. Got 'Kuxik li min pir giran bûye. Zêde dikuxum' Wekî girtiyên din rawşa wî pir giran e. Piştî şewba Covît-19 êdî girtî nayên dermankirin. Ji ber vê yekê tenduristiya wan her ku diçe giran dibe. Ji min re got 'Nikarim nefes bistinim.' Demek direj e nexweşê nefesê ye. Berê jî bijîşkan xwest bê dermankirin. Lê dîsa nehat dermankirin. Ji min re got 'Rewşa min pir xerab e. Dibe ku em ji niha û şûne nikaribin hev bibînin" û bal kişand tenduristiya xwe."    Bav Îbrahîm Yilmaz, anî ziman ku li girtîgehan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û dibe ku hemû girtîgeh li girtiyan bibin goristan. Yılmaz, bang li Rexistinên Civaka Demokratîk kir u xwest hestiyar tev bigerin û dengê girtiyan bibhîzin.