Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir 2020-04-25 09:32:52   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bal kişand ser têkoşîna Mustafa Kocak ê 297 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Koçak li dijî bê edaletiyê canê xwe feda kir. Mrov û muslumanên ku dengê wî nebihîstin mixabin dest bi rojiyek din girtin."    Mûstafa Koçakê ku ji ber kuştina Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz hatibû girtin û cezayê muabeta giran lê hatib birîn. Lê piştî cezayê hat birîn Koçak bi daxwaza ku li dadgehên adil û serbixwe bê darizandin û îşkencekar bên darizandin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Koçak, di roja 93'yan a çalakiya xwe de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û di roja 297'an de li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklarê jiyana xwe ji dest da.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî û Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê Omer Faruk Gergerlîoglu, ani ziman ku Mustafa Koçak ê 297’an li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da rastî înfaza bê daraz hatiye. Gergerlîoglu, destnîşan kir ku Koçak li dijî bê edaletiyê canê xwe feda kir û wiha got: "Dilê bê hest û wîcdanên bê hest ew nebihîstin. Tenê cemaweriya bi hestiyar ew bihîst. Ji ber darizandina bê edalet îro bi hezaran kes girtî ne. Koçak berxwedanek mînak û sembol danî holê. Bi vê berxwedana xwe got “adalet". Mustafa Koçak bê edaletî qebûl nekir. Yên niha di greva birçîbûnê de jî vê bê edaletiyê qebûl nakin. Dixwazin bi canê xwe deng û daxwazên xwe bilind bikin. Divê bi lez dengê van kesan û peyamên wan bên bihîstin û di qada darazê de gavên çareseriyê bêne avêtin. Divê îqtîdar vê banga edaletê bibhîze."     'MUSLUMANÊN EW NEBIHÎSTIN ÎRO DEST BI ROJIYEK DIN DIKIN'    Gergerlioglu, anî ziman ku roja Mustafa Koçak di rojiyê de jiyana xwe ji dest dan mirovan û muslumanan dest bi rojiyê kirin û wiha axivî: "Wî rojiya xwe qedand û jiyana xwe ji dest da. Lê mirov û muslumanên ew nebihîstin, mixabin dest bi rojiyek din kirin. Koçak bi canê xwe edalet xwest. Ji bo wîcdan û û rahm têkeve dilan dest bi rojiya mirinê kir. Lê kesên ji bo wîcdan û rahmet têkeve dilê wan rojiyê dikirin mixabin ew nebihîstin. Divê musluman û mirov muhasebeya vê yekê bikin. Mustafa ji bo edaletê ket rojiya mirinê. Mirovên din jî ji bo îbadetê rojiye digirin. Divê ev ji hev cuda nayên dîtin. Balkêş e kesên guh nedan dengê Mustafa Koçak piştî jiyana xwe ji dest dan roja ewil dest bi rojiye kirin."    Gergerlîoglu, bal kişand ser zagona înfazê ku girtiyên edlî pê serbest hatin berdan û girtiyên siyasî di girtîgehê de man û wiha bi dawî kir: "Bi vê zagonê girtî mexdûr dibin. Muesseseyên ku edaletê belav dikin di vê mijarê de bê edalet in. Bi hezaran kes bi salan e girtî ne. cezayê wan xelas bûye. Divê bi kontrol serbest bêne berdan. Lê ji ber ku hêj cezayê wan li Dadgeha Bilind nehatiye erêkirin nayen berdan. Saziya ku edaletê belav dike ev kes ji bîr kirine. Ji ber vê yekê girtî nayên berdan. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev taktîka girtina mirovan a di girtîgehan de ye."   MA / Diren Yurtsever