Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin 2020-04-25 09:03:19   ENQERE – Derûnnasa Klînik Efsûn Tatar, diyar kir ku pêvajoya karantînayê ji bo zarokan pir zor derbas dibe û got: “Divê têkiliyên di nava malbatê de baş bin û piştî karantînayê hêvî û xeyalên zarokan bên zêdekirin.”   Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) ku li tevahiya cîhanê belav bûye, li gelek welatiyan karantîna hatiye. Di vê pêvajoya karantînayê de herî zêde zarok bi bandor dibin û ev yek tesîrekê mezin li ser jiyana xwe dike. Derûnnasa Klînik a Pispor Efsûn Tatar, derbarê zorî û zehmetîyên zarok di pêvajoya karantînayê de dijîn de nirxandin kirin.   Tatar, diyar kir ku dirêjbûna pêvajoya karantînayê bandorên mezin li zarokan dike û wiha axivî: “Rewşên herî zor ên di karantînayê de ne diyarbûniye. Pêvajoya ne diyarbûnê, her roja diçe bêtir zarokan dixe tengasiyê. Bi taybetî neçûyîna zarokan a dibistanê dibe sedem ku saetên wan ên razan û rabûnê tevlîhev bibin. Divê ev saetên zarokên bi çalakiyên cuda bên tijekirin. Hemû cihên ji bo zarokan bi ewlebûn, îro tu ewlekariyê wê tuneye. Zarokan dîtin ku dibe ku tiştekê ku nizanin zirarê bidin wan û xizmên wan. Ev rastî ji bo wan rewşekê pir zore. Bi taybetî zarok ji bo dayik û bavên xwe yên dixebitin pir fikaran dijîn. Lê divê dayik û bavê van zarokan karibin her tiştî bi zarokan re parve bikin da ku ew jî hinek rehet bibin.”   DIVÊ HÊVÎ JI BO ZAROKAN BÊ DAYÎN   Tatar, dest nîşan kir ku divê zarok ji têgîna agahiyên “vîrûs extiyaran dikuje” bên dûrxistin û wiha got: “Ev dibe sedem ku zarok ji bo heskiriyên xwe bikevin nava fikar û gumanan. Lazime ku zarok li gorî temenên xwe bên agahdarkirin. Mînak ne pêwîste ku zarokek zanibin çend kes ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dane. Ev agahiyên wisan ne agahiyên ku zarok karibin rabikine. Dayik û bav divê li şûna vê ji zarokên xwe re bêjin ‘Mirovên zanist hewl didin derman bibinin, heya ku ew derman bên dîtin divê em di malê de bin.’ Ger dayik û bav bi zimanek pozîtîf ji zarokên xwe re agahiyên baş bidin wê derûniya zarok jî li gorî vê baş bibe. Di malê de divê zarok vale neyin hiştin û zarok bi lîstikên cuda ve bên mijûlkirin. Bi vî awayî divê hêviyên zarokan zindî bên girtin.”   MA / Gozde Çagrı Ozkose