‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’ 2020-04-25 09:02:53   AMED – MEBYA-DER'ê êrîşên li dijî gorên PKK’yiyan şermezar kirin û diyar kir ku ev sepan encama dijminatiya çand û zimanê kurdî ye û zulm e.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) der barê êrîşên li Wan, Mûş û herî dawî li gundên navçeya Farqîn û Liceyê li dijî gorên PKK’yiyan pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî weşand. MEBYA-DER’ê di daxuyaniyê de bibîrxist ku beriya çend rojan li Wanê pêş çavên malbata kevirên goran kişandin û wiha got: “Herî dawî li gundên navçeya Farqînê ji ber li ser kevirê gorê bi tîpên kurdî nav hatiye nivîsîn gor xera kirin. Serdemeke ku hemû dinya ji bo vîrûsa coronayê (covid-19) seferber bûye, desthilatdarî li dijî nirxên gelê kurd êrîşên xwe roj bi roj zêdetir dike. Ev jî encama dijminatiya çand û zimanê kurdî ye.”   ‘RÊZ JI BAWERIYA CIVAKÊ RE NEMAYE’   MEBYA-DER’ê bal kişand ser zextên desthilatdariyê û ev tişt got: “Şûna ku desthilatdarî bi vîrusê re têbikoşe zexta li mafên ku herî demokratîk dike. Li heremê operasyon kêm nabin, li girtîgehan bedenên ciwan bi darbestan tên derxistin. Di meha Remezanê ya ji bo dînê îslamê pîroz de agahiya mirina Mistefayê ku rojiya mirinê de û tahrîb kirina goristanan tê. Em diyar dikin ku tu rêz ji bo baweriya civakê ya olî nemaye. Rêzgirtina mirî û gorê yên destkeftiyên mirovahiyê yên herî mezin tunehesibandin û di meheke pîroz de xerab kirin ji tatmînkirina egoyên netewperestî zêdetir tiştekî din nîne.”   ‘EV SEPAN ZULMIN’   MEBYA-DER’ê pirsa 'Malbatên ku di şerê salane de zarokên xwe winda kirî çima dubare vê êşê bi wan didin kişandin?' pirsî û wiha berdewam kir: “Tu hinceta binpêkirina rêgeza rêzê ya gora û mirî ya ku nirxên gerdûnî wergirtî temînatê nîne. Şûna desthilatdarî bi komkujiyên kirî re rûbirû bimînê yên nû li ser zêde dike. Em bi awayekî vekirî ji diyanetê û kesên biryara van sepanan dayî re dibêjin. Hûn nikarin bi van êşên li dijî kurdan bi rêve biçin. Ev kirin zulm e."    BANG LI PARTÎ Û SAZIYAN KIRIN    MEBYA-DER’ê di berdewamiya daxuyaniyê de bang li rayedarên desthilatdariyê kirin û wiha lê zêde kir: “Divê desthilatdarî demildest dev ji van sepanan berde. Diyanet jî divê îzahata vê yekê bike. Di ol de cihê vê çiye? Xerabkirina gora ya bi darê zorê malbata didin kirin îzahata wê ya ehlakî û hiqûqî heye? Em wek MEBYA-DER em ê berdewama li dijî van sepanan sekinînê bikin. Bi malbatan re em ê şopdarên vê yekê bin. Hem bi awayekî hiqûqî em ê bişopînin hem jî platformên demokratîk de em ê bînin ziman. Em bang li saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî jî dikin ku li hemberî van sepanên bêhiqûqî bertekên xwe bilind bikin. Malbatên rastî van sepanan hatî divê hem li ser komeleyê hem jî bi kesayetî şopdarên vê rewşê bibin. Em amadene ku di vê mijarê de piştevaniyê bikin.”