Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin 2020-04-25 09:02:40   DERSÎM - Parlementerê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu diyar kir ku qanûna înfazê bi zanebûn xistin pêvajoya nexweşiya vîrûsa coronayê û got: “Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin.”   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dersîmê Alîcan Onlu têkildarî nexweşiya vîrûsa coronayê, qanûna înfazê, Kampanyaya "Malbatên Xwişk û Bira", rewşa Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, şandina cenazeyê Egîd Îpek ya bi PTT’ê nirxandin kir. Onlu, da zanîn ku nexweşiya vîrusa coronayê bi awayekî xwezayî derneketiye holê û wiha got: “Vîrusa coronayê şiklê rêveberina talankirina xwezayê û mirovan birçî, xizan hiştine. Kapîtalîzm tarzekî nexweşiyê û rêveberinê ye. Ji ber ku pirsgirêk kurewî ye di her demsalê de nexweşiyên cuda yên şewbê derkedikevin holê.” Onlu, bal kişand ku ji ber astengkirina nexweşiya vîrusa coronayê civak hemû li benda aşiyê ye û wiha axivî: “Civak ji bo aşiyê li benda hêzên desthilatdar in. Îro hemû derfet û zanîst di bin hakimiyet û kontrola wan de ye. Ev çaxê ku em tê de derbas dibin teknolojî pêşketiye jî lê li dijî vîrusê bêçaretiyek heye. Dixwazin vê yekê bikin bêçaretiya civakê.”   ‘GIRTÎGEH QADÊN RÎSKÊ YÊN HERÎ MEZIN IN’   Onlu, anî ziman ku qanûna înfazê bi zanebûn xistin dema şewbê û wiha berdewam kir: “Ji bo tenduristiya gel tedbîr nehatin girtin. Desthilatdariyê ji bo emrê xwe dirêj bike tedbîr girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Xebatên piştevaniyê yên Şaredariya Stenbolê asteng kirin. Ev plana çok danînê ya duyemîn e. Xerakirina bajêran a di demên xweseriya cehwerî de, planên ku li dijî kesên ku hatî hilbijartin û niha jî planên li dijî girtîgehan plana çok danînê ne. Desthilatdarî ji bo ku xwe bi parêze her tiştî, her derê û hemû civakê feda dike.” Onlu, bibîrxist ku girtîgeh qadên rîskê yê herî mezin in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek welatan bê cudatî û bi tedbîr girtî serbest hatin berdan. Divê li vir jî derhal serbest werin berdan û bixin bin ewlehiya tenduristiyê. Hiştina girtiyên siyasî ya girtîgehan darvekirin û qetilkirine. Ne îhlala mafan, zext, terkî mirinê kirine rast û rast kuştine.”   ‘TENDURISTIYA BIRÊZ OCALAN, TENDURISTIYA AŞITIYA CIVAKÊ YE’    Onlu, bal kişand ser şertên Îmraliyê û tenduristiya Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Îro Brêz Ocalan di bin rîskek mezin de girtî ye. Wek kesayetek ji ber mafên wî yên qanûnî divê teqez hevdîtinên werin kirin û tedbîr bên girtin. Tenduristiya birêz Ocalan tenduristiya aşitiya civakî û demokratîkbûyînê ye. Temînata azadbûyîna kurda ne. Dahurandina kapîtalîzmê ya Birêz Ocalan di parastinên xwe yên beriya 20 salan û yên herî dawî de kirî tiştên ku em îro dijîn vedibêje. Tahlîlkirina civakê, kapîtalîzmê û rewşa hêzan hemû kiriye. Ev nexweşî dê xwe bi her awayî bi hilberî ne. Vîruseke çandî, civakî, siyasî û bi her awayî xwe dide jiyîn e. Demokratîk modernîte ya Birêz Ocalan a li dijî modernîteya kapîtalîst tam jî eve.”   ‘DIVÊ KAMPANYA TENDURISTÎ Û PÊWISTIYÊN BINGEHÎN ÊN GEL PÊŞWAZÎ BIKE’   Onlu, diyar kir ku qedexeye derketina kolanan ji bo tenduristiya gel nayê sepandin û wiha domand: “Vîrus tenê dawiya heftê naderkeve holê. Dawiya heftê roja sekinandina hilberînê ye. Li her aliyê Tirkiyê ji bo carekê paket tên belavkirin. Bi vî awayî nikarin ji vê pêvajoyê derkevin. Partiya me beriya herkesê tahlîla vê pêvajoyê kir û ji vê pêvajoyê re amade bû. Em mecbûrin bi hêzên demokrasiyê re bingeha piştevaniya hevpar, hêza xwe ya rêxistinkirinê û tenduristiya xwe biparêzin û bi gel re diyalog pêk bînin. Encax bi van parastinan em dikarin ji vê pêvajoyê derkevin. Ev kampanyayên me vê armanç dikin. Divê tenduristî, ewlehî û pêwistiyên bingehîn ên gel pêşwazî bike. Ji ber vê me kordînasyonên navêndî çêkirin. Kampanyaya xwe ya xwişk û bira li ser van bingehan bi rê ve dibin. Ev kampanyaya me dê li Kurdistanê Yekitiya Netewî ya Kurd li metropolên Tirkiyê jî dê biratiya gelan bîne.”   ‘AMIRÊN MULKÎ SIFATA XWE WINDA KIRINE’   Onlu, bal kişand ser cenazeyê Egîd Îpek ê HPG’yî ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re şandî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gelek cihan amirên mulkî sifata xwe winda kirine. Walî sifata xwe winda kiriye. Em ji bo hemû mensûbên darazê re nabêjin, ji ber ku hinekan terazûya edaletê ne di destê wan de ye. Herî dawî li Dersîmê hestiyên mirovekê bi kargoyê hatin şandin. Hestiyên Egîd Îpek bi destê mensûbekî darazê hatin şandin. Ji ber vê yekê di pêvajoyên krîzan de jî înîsiyatifên tên çêkirin saziyên dewletê yên ku hatine ba hev û çêkirin nînin.”   MA / Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç