Bendavê rêya gundan girt 2020-04-25 09:02:10   ÊLIH - Bendava Ilisûyê, rêya di navbera gundê Reşiye û Verzînê jî qut kir. Gundî, doza rêyeke nû dikin.    Bendava Ilisûyê ku li navçeya dîrokî Heskîfê 199 jîngeh di bin avê de hiştin, rêjeya wê ya tijebûnê gihaştiye asta jor û her wiha li herêmê rêya di navbera gelek gundan de jî qut kir. Ji ber bendavê rêya gundên Reşiye û Verzînê jî di bin avê de man. Ji ber vê gund di çiyê re diçin û tên û dixwazin rêya di navbera Heskîf û gundê Difnê de bê çêkirin.    'RÊYA MIRINÊ'    Şêniyê gundê Reşiye Sabrî Yalçin, anî ziman ku bendavê ew jî mexdûr kirine û got: "Li ser vê rêyê du gund hene. Rê girtiye. Rêya Kercewsê vekiriye, lê ji bo hûn di wê rêyê de biçin qismek wê rêya xam e û hûn dikarin bi traktorê tê re biçin. Niha li vira herî kêm 400 mirov mexdûr bûne. Divê li hêla sêriyan rêyeke nû bê çêkirin. Niha rêya ku em tê re diçin pir talûke ye. ev rê hem diçe gundan hem jî diçe keleha Heskîfê. Ev rê rêya çiyê ye. Wekî rêya çiyê ya Antalyayê ye. Tenê ferqa wê ev der yek şirîd e û pir fetlonekî ye. Ev rê rêya mirinê ye. Demildest divê rêyeke nû bê çêkirin."    KEYA: BILA RÊ BÊ ÇÊKIRIN    Me telefonî Keyayê Reşiyeyê Osman Tûran kir, keya jî got, rêya wan hatiye girtin û nikarin biçin bajêr û xwest rojek berî rojekê rêya gund bê çêkirin.    MA / Metîn Yoksû